Li Minbicê pêşangeha şêwekariyê

Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Minbicê bi diruşma ˊHuner a hemûyan eˊ pêşangeha şêwekariyê li dar xist û tê de 17 hunermendan tabloyên xwe pêşkêş dikin.

Li Minbicê pêşangeha şêwekariyê
Li Minbicê pêşangeha şêwekariyê
Li Minbicê pêşangeha şêwekariyê
Li Minbicê pêşangeha şêwekariyê
Li Minbicê pêşangeha şêwekariyê
Li Minbicê pêşangeha şêwekariyê
Li Minbicê pêşangeha şêwekariyê
Li Minbicê pêşangeha şêwekariyê
Li Minbicê pêşangeha şêwekariyê
Li Minbicê pêşangeha şêwekariyê
Li Minbicê pêşangeha şêwekariyê
Li Minbicê pêşangeha şêwekariyê
Li Minbicê pêşangeha şêwekariyê
Li Minbicê pêşangeha şêwekariyê
6 tîrmeh 2024   22:18
MINBIC

Pêşangeha li hola Xwaringeha Eştar li dar ket. Di pêşangehê de endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Desteya Çand û Hunerê, Yekitiya Rewşenbîran, Meclisa Idlibê ya Partiya Sûriya Pêşerojê û gelek rewşenbîr û hunermendên bajêr amade bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûre deriyê pêşangehê hat vekirin. Pêşangeh du rojan li dar dikeve.

Têkildarî pêşangehê endama rêveber a Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê Roz Îshaq ji ajansa me re axivî û got: "Ev pêşangeh piştî lidarneketina salekê ji pêşangehên şêwekariyê ya ji ber astengiyan hat organîzekirin. Ev pêşangeh a hunermendên kantona Minbicê ye. Di pêşangehê de hunermendên cara yekemîn beşdar dibin hene."

Roz wiha domand: "17 hunermendên jin û mêr bi 50 tabloyan beşdar bûn. Em bi hêvî ne di rojên bê de em li derve jî beşdar bin. Dê pêşangehên din li dar bikevin ku ji hunermendên beşdar nebûne re bibe derfetek."

Endamê Navenda Çand û Hunerê û hunermendê şêwekariyê Şaban El Îdo axivî û got: "Ez bi 3 tabloyên ku nûnertiya mîrasa kantona Minbic û xwezaya wê dike beşdar bûme. Armanca me ji vê pêşangehê piştgiriya hunermendên nû dest pê dike û aktîvkirina tevgera hunerî li bajêr e."

(fr)

ANHA