Hemasê di nav de cenazeyê serbazekî 3 cenaze derxistin

Çavkaniyên ji Tevgera Hemasê aşkera kir ku tevgerê di nav de cenazeyê serbazekî cenazeyên 3 rehîneyên Îsraîlê ji bin kavilan derxistine û gengez e îro radestî artêşa Îsraîlê bike.

Hemasê di nav de cenazeyê serbazekî 3 cenaze derxistin
2 mijdar, 2025   18:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji Tevgera Hemasê got wê îro, 3 cenazeyên rehîneyên Îsaîlê ji Şerîda Xezayê ji bin kavilan derxistine û cenazeyek ji wan ê serbazê Îsraîlê Esaf Hemamî ye.

Li gorî çavkaniyên ji Arebiya El Hadas re gotiye, "Her 3 cenaze li rojhilatê bajarê Xan Yûnis ê başûrê Xezayê hatin dîtin. Gengaz e îro artêşa Îsraîlê cenazeyan wergire."

Di 26ˊê Cotmehê de Îsraîlê êrişek tund li Şerîda Xezayê pêk anîbû, di encamê de zêdetirî 100 Filistînî hatin kuştin. Ev êriş, piştî ku Îsraîlê ragihandibû ku 3 cenazeyên Hemasê radestî wê kiribûn, ne yên rehîneyên Îsraîlê ne, pêk hatibû.

(fr)