Hebûna Îranê li berava Sûriyeyê û dosyaya Kerkûkê rojeva rojnameyên erebî ne
Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên vê sibê de, behsa hebûna Îranê ya li beravên Sûriyeyê, Kerkûk û dan û standinên agirbestê yên di navbera Hemas û Îsraîlê de kir.
Rojnameya El Ereb têkildarî rewşa li Başûrê Kurdistanê nûçeyek bi sernavê "YNK`ê ji Enqere û Erbîlê re got: Li Kerkûkê em ên herî bi hêz in" weşand.
Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Partiya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) di diyarkirina waliyê Kerkûkê de bi ser ket û partiyê bi vê yekê îsbat kir ku li ser nexşeya siyasî ya Iraqê hîna heye û dikare bandorê bike, li hember hevrikên xwe, di serî de PDK û Tirkiyeyê, bisekine.
Li gorî rojnameyê PDK`ê texmîn dikir ku ew bi hêztir e, nemaze ku serokê wê Mesûd Barzanî di serdana xwe ya dawîn a Bexdayê de, hevalbendiyên xwe bi hêzên siyasî yên Iraqê re nû kirin, lê bidestxistina walîtiya Kerkûkê, qîmeteke din da serkeftina siyasî ya YNK`ê ye.
Ya din jî, ev serkeftin li dijî Tirkiyeyê bû ku li piştperdeya aloziya li ser hikumeta Kerkûkê bû û bi rêya PDK`ê û partiyên Ereb hewl da rolê bide hevalbendên xwe yên Tirkmen da ku hikumetê bi rê ve bibin.
BAREGEHEKE LEŞKERÎ YA ÎRANÊ LI BERAVA SÛRIYEYÊ
Têkildarî rojeva Sûriyeyê rojnameya El Erebî El Cedîd bal kişand ser hin agahiyan ku Pasdarên Îranê amadekariyên dikin ku baregeheke leşkerî li rojhilatê Deryaya Spî ava bikin. Li gorî rojnameyê, armanca vê gavê, rûniştandina hegemonyaya Îranê li herêmê ye. Ji ber wê Îsraîlê vê salê êrişî gelek navendên li parêzgeha Tartûsê dikir.
Rojnameyê da zanîn ku Pasdarên Îranê ji salekê ve baregehê li berava Sûriyeyê ava dikin. Niha li baregeheke leşkerî ya hikumeta Şamê ya di navbera Ceblê û Tartûsê de dimînin.
Rojnameyê ku agahiyên xwe ji lêkolînerekî leşkerî wergirtine, wiha nivisî: "Fermandarê Pasdarên Îranê Riza Zîraî çavdêriya avakirina baregehê dikir, beriya ku di Adara borî de tevî parêzvanên xwe bê kuştin."
Hikumeta Şamê beriya 5 salan îmtiyaz da şîrketeke îranî ku bendereke nû li herêma Eyn Zerqa ya li bakurê herêma Hemîdiyê ya parêzgeha Tartûsê ku nêzî sînorên Lubnanê ye, ava bike. Li gorî îmtiyazê, şîrketa îranî benderê heta 40 salî dixebitîne û bi rê ve dibe.
‘HEMAS DÊ TEV LI DAN Û STANDINÊN PÊNCŞEMÊ BIBE LÊ RÊBAZA WÊ NE DIYAR E’
Der barê dan û standinên Hemas û Îsraîlê de rojnameya Şerq El Ewsat ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan, wiha nivisî: "Tevgerê biryar daye tev li civîna pêncşemê bibe. Lê şeklê wê nehatiye diyarkirin. Gelo dê şandeyeke nerasterast tev lê bibe yan jî bi rêbazeke din tevlêbûn çêbe?”
Li gorî heman çavkaniyan tevger dixwaze her firsendekê bi kar bîne ji bo ku şer raweste û dê di dan û standinan de erênî be, bi şertê ku berjewendiyên gelê Filistînê pêk werin, şer raweste, hêzên Îsraîlê bi giştî ji Xezayê vekişin.
Rojnameyê diyar kir ku Îranê ji bo pêşketina dan û standinan demek diyar nekiriye. Xuya ye Hemas dixwaze vê helwesta Îranê bi kar bîne da ku fişareke din li dan û standinan bike.
(şx)