Hemas çend xalên pêşniyariyên Trump pejirand

Hemasê îşev ragihand ku wê bersiva xwe ya fermî derbarê plana Trump a ji bo rawestandina şerê li Xezayê de pêşkêşî navbeynkaran kiriye. Hamasê diyar kir ku wê pejirandiye girtiyan berde û Xezayê radestî desteyeke serbixwe bike.

Hemas çend xalên pêşniyariyên Trump pejirand
3 cotmeh, 2025   23:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemasê îşev ragihand ku piştî şêwirên navxweyî yên bi aliyên Filistînî û hinek navbeynkarên herêmî û navneteweyî re, bersiva xwe ya fermî ya ji bo plana Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump a rawestandina şerê li Xezayê pêşkêşî navbeynkaran kiriye.

Hemasê diyar kir ku ew li ser pêşniyara Trump, razî bûye ku hemû girtiyên Îsraîlî, çi sax bin çi mirî, werin berdan.

Hamasê di daxuyaniya xwe de got ku ew amade ye rêveberiya Xezayê bide desteyeke teknokratên serbixwe ya Filistînî.

Di daxuyaniyê hat gotin ku mijarên din ên têkildarî siberoja Xezayê û mafên gelê Filistînê dê li gorî biryarên navneteweyî yên têkildar werin gotûbêjkirin. Her wiha diyar kir ew ê tevlî hemû hewldanên neteweyî yên Filistînî bibe ji bo van mijaran gotûbêj bike.

(k)