Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser rewşa Helebê daxuyanî da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê bi daxuyaniyekê îdiayên dibêjin ku wan erebeyeke hêzên "Ewlekariya Giştî" yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li nêzî taxa Eşrefiyê ya Helebê hedef girtiye, red kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser rewşa Helebê daxuyanî da
3 cotmeh, 2025   23:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helbê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku îdiayên dibêjin ku wan erebeyeke hêzên "Ewlekariya Giştî" yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li nêzî taxa Eşrefiyê ya Helebê hedef girtiye, ne rast in.

Di daxuyaniyê de banga hişyariyê li welatiyan û dezgehên mediyayê hat kirin ku agahiyan tenê ji çavkanî û daxuyaniyên fermî yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bigirin.

)mh(