Hemas: Heya girtî neyên berdan dan û standin çênabin

Piştî ku Îsraîlê serbestberdana 600 girtiyên filistînî paşde xist, Hemasê dan û standinên der barê peymana Xezayê de dan rawestandin.

Hemas: Heya girtî neyên berdan dan û standin çênabin
24 sibat, 2025   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Hemasê ragihand ku heya Îsraîl 600 girtiyên filistînî bernede, dê tu dan û standinên der barê peymana agirbestê ya Xezayê de li gel Îsraîlê pêk neyne.

Li gorî peymana agirbestê, Hemasê 22’yê Sibatê 6 girtiyên îsraîlî serbest berdan. Diviyabû ku Îsraîlê jî di heman rojê de 600 girtiyên filistînî serbest berdana.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamn Netanyahu “merasîma biçûkxistinê” ya Hemasê ya li hemberî dîlgirtiyan pêk anîbû, weke hincet nîşan dabû û berdana girtiyên filistînî dereng xist.

(bb)