Hêzên Piştevaniya Lezgîn ji bo Sûdanê banga nenavendîbûnê kir

Hêzên Piştgiriya Lezgîn ‘Peymana Damezirandina Sûdanê’ li gel hêzên siyasî û sivîl û tevgerên çekdar îmze kir. Peyman ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Xertûmê ve hat şermezarkirin.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn ji bo Sûdanê banga nenavendîbûnê kir
24 sibat, 2025   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Piştgiriya Lezgîn duh di civîneke li paytexta Kenyayê Naîrobi de ‘Peymana Damezirandina Sûdanê’ li gel hêzên siyasî û sivîl û tevgerên çekdar îmze kir. Di peymanê de daxwaz tê kirin ku Sûdan bibe "dewleteke laîk, demokratîk, nenavendî, li ser bingehê azadî, wekhevî û dadmendiyê be. Ne alîgiriyê tu nasname, etnîk an jî olê be. Di heman demê de maf bide gelên Sûdanê ku çarenûsa xwe diyar bike.”

Her wiha peyman armanc dike ku "hikumeta aştiyê" were avakirin û bajarê Port Sûdanê yê li peravên Deryaya Sor wek paytexa demkî destnîşan dike.

Li gorî rojnameya Şerq El Ewsat "Di peymanê de banga avakirina artêşeke nîştimanî ya nû ya yekgirtî û pîşeyî ku destwerdanê li siyaset û aboriyê neke, dike. Her wiha armanc dike ku ev hikumet dawî li şer bîne, bêyî astengiyan alîkariyên mirovî derbasî welat dikin û parastina yekitiya Sûdanê dike.”

Wezîrê karên derve yê Sûdanê Elî Yûsif di civîna li Qahîreyê ya li gel hempîşeyê xwe yê Misirê Bedir Ebdulatî de peyman şermezar kir û got hikumeta parelel dê ji aliyê tu kesî ve neyê naskirin.