Li ser şopa dayika xwe şehîd Menîceyê li bendavê di nobetê de ye

Kurê biçûk ê şehîd Menîce Heyder li ser şopa dayika xwe li Bendava Tişrînê nobetê digire.

Li ser şopa dayika xwe şehîd Menîceyê li bendavê di nobetê de ye
24 sibat, 2025   11:25
BENDAVA TIŞRÎN
ROHAT XELEF - SILAVA EBDUREHMAN

Kurê biçûk ê şehîd Menîce Heyder, Yûsif Heyder li ser şopa dayika xwe hatiye Bendava Tişrînê û nobetê digire.

Yûsif Heyder tevî karwanê ji bajarê Qamişloyê 18’ê Sibatê hat Bendava Tişrînê û tev li çalakiya nobetê bûye. Yûsif diyar kir ku ew dixwaze xeyalên dayika xwe ku di berxwedan û têkoşînê de pêşeng be, bi cih bîne.

Yûsif Heyder der barê dayika xwe de wiha got: “Dayika min em fêrî berxwedan, têkoşîn û xebata ji bo welat û pêşxistina têkoşîna di qada azadiyê de kirin.”

Yûsif anî ziman ku ew ji bo cihê dayika xwe dagire beşdarî berxwedana Bendava Tişrînê bûye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ez rêya dayika xwe temam dikim. Dayika min hezkirina welat, welatparêzî û fedaîtî di me de da avakirin. Em ê jî heya dawiyê rêya wê bişopînin.”

Yûsifê 12 salî her wiha got: “Dayika min şehîd bû û hesretek di dilê me de hişt, her wiha mîraseke berxwedan, têkoşîn û fedakariyê hişt. Ez û xwişk û birayên xwe rêya dayika xwe dişopînin. Va ez li vir li Bendava Tişrînê me da ku soza min bi xwe re dabû bi cih bînim. "

Kurê hevseroka Meclisa PYD’ê ya Qamişloyê Menîce Heyder ku 18’ê Çileyê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Bendava Tişrînê şehîd bûye, got: “Dayika min her tim digot em zarokên vê dema zehmet in. Divê em li gorî wê berpirsyariyê bin ku ji me tê xwestin.”

(bb)

ANHA