Hemas: Fermandarê me Xelîl Heyê sax e

Piştî ku agahiyên dibêjin ku fermandarê Hemasê Xelîl Heyê di êrişa li Qeterê de hatiye kuştin, Hemasş diyar kir ku ew sax e.

 Hemas: Fermandarê me Xelîl Heyê sax e
12 îlon, 2025   22:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 2 rojên dawîn de agahî hatin belavkirin ku fermandarê tevgera Hemasê Xelîl Xeyê di êrişa Îsraîlê ya li dijî navenda Hemasê ya li Qeterê de hatiye kuştin. Girêdayî wê Hemasê diyar kir ku Heyê sax e.

Çavkaniyên Îsraîlê diyar kir ku heta niha tu wêne yan dengên teqez dikin ku Heyê sax e tune ne.

Têkildarî wê, Heyê di merasîma nimêja cenazeyê de ya 5 kesên ku di êrişê de hatine kuştin beşdar nebû.

(mh)