ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13 - 9 - 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13 - 9 - 2025
13 îlon, 2025   02:00

Koçberên Serêkaniyê desteserkirina mal û milkên wan ji aliyê dagirkeran ve şermezar kirin û bang li saziyên navneteweyî kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin, dagirkeriyê bi dawî bikin û vegera ewle ji wan re dabîn bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala nû ya perwerdeyê de wê 713 hezar û 554 xwendekar li 3 hezar û 647 dibistanan dest bi perwerdeyê bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li kantona Dêrazorê bi pêşengiya jinan 3 projeyên aborî hatin vekiri. Nêzî 75 jin sûdê ji van projeyan werdigirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Rûspiyê eşîra Deqorî ya Kurd diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji aloziyên Rojhilata Navîn re çareserî ye û got: hevdîtina rasterast a bi Rêber Abdullah Ocalan bûye pêdiviyek. BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarê Girkê Legê Konferansek taybet ji bo komînan tê lidarxistin, li bajarokê Rimêlanê.(09:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Şênyên bajarê Dêrikê û gundewarê wê dê sersaxiyê bidin malbata şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Helo Dersim, li Navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Şênyên bajaarê Reqayê dê sersaxiyê malbata şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) Fehîd Ebdil Muhsin, li mala malbata şehîd li taxa Mişleb. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN