Hemas agirbesta demkî red kir

Tevgera Hemasê pêşniyara Amerîkayê ya der barê agirbestsa demkî li Xezayê de red kir.

Hemas agirbesta demkî red kir
2 adar, 2025   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Hemasê pêşniyara nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Steve Witkoff a ji bo agirbesta demkî li Xezayê di Remezanê û Cejna Paskalyayê de red kir.

Hemasê bi daxuyaniyekê xwest ku qonaxa duyemîn a lihevkirina agirbestê were pratîkkirin ku dawî li şerê Xezayê tîne. Her wiha pêşniyara amerîkî wekî " tespîtiyek aşkera ye ku dagirkerî ji peymanên ku îmze kirine direvin" nirxand.

Ji fermandarên Hemasê Mehmûd Merdawî li ser mijarê daxuyaniyek da û got "Rêya yekane ya istiqrara herêmê û vegerandina dîlgirtiyan, temamkirina pêkanîna lihevkirina ji qonaxa duyemîn a dan û standinên agirbesteke mayînde, heya vekişandina giştî, jinûve avakirinê û serbestberdana dîlgirtiyan e. "

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihandibû ku Îsraîl dê pêşniyara nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Steve Witkoff a ji bo agirbesta demkî li Xezayê di Remezanê û Cejna Paskalyayê de qebûl bike.

(bb)