QSD’ê êriş têk birin

QSD’ê ragihand ku şervanan tevahî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê û Dêr Hafirê têk birine.

QSD’ê êriş têk birin
2 adar, 2025   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê bîlançoya 24 saetên dawîn de ev agahî parve kir:

"Duh (Şemiyê) şervanên me tevahiya êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser nuqteyên hêzên me têk birin.

Eniya Dêr Hafirê; çeteyan bi desteka balafirên bê mirov ên dewleta Tirk ji gundê Îmamê êrişî nuqteyeke hêzên me kirin. Şervanên me bersiva êrişê dan û çerekî giran derket. Di encama şer de 2 çete hatin kuştin û yên jî ji qadê reviyan.

Eniya Bendava Tişrînê; artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran derdora bendavê topbaran kirin. Çeteyan jî hewl dan êrişî nuqteya hêzên me ya li derdora Girê Syriatel bikin. Şervanên me bersiva êrişê da û şer derket. Êriş hat têkbirin û hin çete birîndar bûn. Di tevahiya rojê de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê herêmê digeriyan.

Her wiha balafirên şer gundê Tîna yê derdora Pira Qereqozaqê bombebaran kir. Di heman demê de bi obîsên giran, tank, roket û hawanan jî gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Sinaa, girên Sêvê û Qereqozaqê topbaran kirin. Gundên navborî bi zêdetirî 70 guleyan hatin topbarankirin, di encamê de zerarên mezin li mal û milkên sivîlan bûn."

(bb)

ANHA