Hêmanên DAIŞˊê zindî dike

Pisporên têkildarî dozên terorê rewş û hîmanên ku dihêlin DAIŞ derkevin bi rewşên heyî ve girê dan û hişyarî da ku rewşên navneteweyî bibe jîneke guncaw ji bo vegera komên tundraw û dewama mayîna DAIŞˊê nebûna stratejiyeke aşkera ya têkbirinê wê ye.

Hêmanên DAIŞˊê zindî dike
24 adar, 2024   03:34
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR

5 sal di ser ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya têkbirina çeteyên DAIŞˊê re di aliyê erdnîgarî ve derbas bûn. DAIŞ di baregeha xwe ya dawî ya bajarokê Baxozê de hat têkbirin.  Lê tevahî dîmen diyar dikin ku sûc û tevgerên wê berdewam in. Ger hebûna wê ne mîna berê be, lê şaneyên wê yên veşartî dikarin xwe bigihînin herêmên herî li pêş wan zehmet e.

Hêmanên ku hiştin çeteyên DAIŞˊê vegerin û li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalak bin, êrişên dewleta Tirk ên berdewam li dijî Herêmê ne, hedefgirtina wê ji fermandarên ku rola wan di têkbirina DAIŞˊê de hebûn; mîna şehîd Jiyana Tolhildan.

Çeteyên DAIŞˊê li gelek herêmên Sûriyeyê, Iraqê û bajarên cîhanê êrişên dijwar pêk anîn, herî dawî jî êrişa li ser şahiya mûzîkî ya li nêzî Moskovê di 22ˊyê Adarê de bû û di encamê de 160 kes ji kuştî û birîndaran çêbûn. Çeteyên DAIŞˊê yên Xorasanê ew êriş girt ser xwe.

Li ser êrişên xwînrij ên tund ku çeteyên DAIŞˊê ji destpêka salê ve bi kar anîne û rêbaza bikaranîna krîza Sûriyeyê û aloziya navneteweyî ku serweriya xwe fireh bikin, pisporê dozên terorê Hesen Ebû Heniyê axivî û wiha got: "Rêxistina DAIŞˊê ji damezrandina wê ya 2003ˊyan ve xwedî hêza xweber û pisporiya dîrokî ye. Di gelek rewşan re derbas bû, hebûna xwe parast, xwe fireh kir û dewletan belav kir; ji wan jî Sûriyeyê."

Ebû Heniyê wiha domand: "Rêxistina DAIŞˊê di bikaranûna aloz û şeran de pispor e. Di rastiyê de hîna sedemên bingehîn ên kûr hene ku rêxistin li Sûriyeyê belav dibe. Ji ber ku tu nîşaneyên çareseriya wê ya bingehîn tune ne."

Li ser hêmanên dihêlin DAIŞ zindî bimîne, ruxmî bidawîkirina wê di aliyê erdnîgarî de Ebû Heniyê wiha pê de çû: "Têkbirina rêxistinê di aliyê erdnîgarî de û serwiya mekanî, ew bi temamî bidawî nekir. Raporên navneteweyî û Amerîkayê destnîşan dikin ku rêxistin bi rewşa nû re hevseng e û weke rêxistineke nenavendî vegeriye karê xwe. Anku tu serweriyeke wê ya mekanî anku cih tune ye. Lê li gel wê rêxistineke sazûmanî heye û taktîkên şerê koman û tunekirinê bi kar tîne."

Ebû Heniyê anî ziman ku armanca avakirina Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) derxistina çeteyên DAIŞˊê ji herêmên di bin kontrola wê de bû, weke şerê kontrolka cihk a klasîkî û wiha axivî: "Tu taktîkên têkoşîna li dijî rêistinê tune bû. Lê belê serekên wê dihatin hedefgirtin û tu stratejiyeke aşkera ya têkbirina dawî ya rêxistinê tune bû."

Her wiha Ebû Heniyê wiha berdewamî da axaftina xweî: "Armanca koalîsyonê xelasiya ji serweriya wê ya erdnîgarî bû. Ji Adara 2019ˊan ve û piştî derxistina wê ji cihê dawî li Baxozê rêxistin vegerî karê xwe û êdî bi awayekî nenavedî li Sûriyeyê dixebite û bi awayekî kontrolkirî çalakiyên xwe pêk tîne. Hin caran giran dike û hin caran sivik dike û hebûna xwe diparêze. Sedema mayîna rêxistina DAIŞˊê jî nebûna stratejiyeke aşkera ya serdegirtinê wê weke rêxistinê ye, ne weke kontrolkirina cihê wê ye."

Li ser kêmasiyên performansa bidawîkirina xeteriya DAIŞˊê Ebû Heniyê wiha li gotina xwe zêde kir: "Ji ber ku derketina nakokî û aloziyê jeosiyasî di navbera dewletan de girîngiya navneteweyî ya têkildarî dosyaya terorê bi paş ket."

Der barê krîza Sûriyeyê û aloziya herêmî de Ebû Heniyê wiha got: "Rêxistin van mijaran bi kar tîne, tu çareseriyeke siyasî tune ye. Lê aloziyên herêmî hene û geleke pirsgirêk hene. Ev dihêlin rêxistin sazûmaniya xwe biparêze û xwe zêde bike. Bi hebûna aloziyên navneteweyî û hebûna nakokiyên li herêma Rojhilata Navîn xwe mezin dike."

Hesen Ebû Heniyê wiha dawî li gotina xwe anî: "Rêxistin li benda derfeteke guncaw e û hîna yedekên malî yên nû li gel wê hene ku dikare bi kar bîne. Bêîstîqrariya li herêmê dihêle xwe nû bike û careke din vegere."

ˊDAIŞ BI DAWÎ NEBÛYE HETA EM LI SER VEGERA WÊ BIAXIVINˊ

Lêkolînerê kar û barên tevgerên tundraw û terora navneteweyî Munîr Edîb axivî û got: "Rewşa niha dişibe rewşa hiştiye DAIŞ derkeve. Rêxistin bi dawî nebûye heta em li ser vegera wê biaxivin. Hîna heye û dikare êrişên çekdarî li gelek herêman pêk bîne, ne tenê li sînorê Iraqê yan jî heta li Sûriyeyê."

Edîb wiha got: "Bê guman şer û aloziyên li cîhanê bandorê li hewldanên têkoşîna li dijî terorê dikin, bi wê re şer dihêlin hebûna DAIŞˊê zindî be û careke din çalakiya wê vegere. Hîna DAIŞ heye û ji bo ewlehî û aştiya cîhanî re gefek e. Çer ku şer û alozî li herêma Rojhilata Navîn hene dê rêxistin bimîne."

Der barê aliyên rolên xwe di bidawîkirina xeteriya DAIŞˊê de nelîstine de Edîb wiha anî ziman: "Dibe ku roleke herêmî û navneteweyî hebe û dibe ku roleke herêmî hebe. Ev jî dibe ku sedema hebûna DAIŞˊê û rêxistinên tundraw be. Civata navneteweyî bi rola xwe ya li dijî DAIŞˊê ranebû."

Edîb wiha pê de çû: "Ji wê xetertir hin dewlet hene yekser an jî neyekser destekê didin rêxistinê. Ev yek jî hêzekê dide rêxistinê yan jî dihêle hebûn, derbasbûn, tevger û çalakiya xwe biparêze û pêk bîne. Em li vir li ser kêmasiyan naaxivin, lê belê em li ser krîzeke rasteqîn diaxivin ku civata navneteweyî beşdar e. Ew dihêle rêxistin hebe. Êdî ev rêxistina tundraw bandorê li ewlehiya cîhanê dike."

Li ser mekanîzmeya divê ji bo bidawîkirina xeteriya çeteyên DAIŞˊê û hebûna wê pêk were, Edîb bang li civata navneteweyî kir ku stratejiyekê deyne û beriya ku were danîn, divê diyalog li ser bendên wê were kirin da ku lihevkirin di nava tevahî dewletan de hebe.

Edîb wiha berdewamî da axaftina xwe: "Dibe ku ev diyalog demekê bixwe, lê belê sekneke guncaw û koordînakirî bi xwezaya şêweya dewletên li hember vê rêxistinê bisekinin, hebe û zanîn û hişyariyek li ser xeteriya vê rêxistinê hebe. Divê armancên wê li gorî berjewendiyên siyasî bin û biryar ji hêla Konseya Ewlehiyê ve bên dayîn."

Edîb diyar kir ku pêwîst e pênaseyeke aşkera ya terorê ji hêla civata navneteweyî ve bê danîn ku tevahî rêxistinên tundraw nûnertiya xeteriyê dike, anku ger El Qaîdê, DAIŞ, koma îslamî ya çekdar, rêxistinên din, Cebhet El Nusra hin dibînin û dixin lîsteya terorê û hin jî terorîst nabînin û weke hêzên muxalif ên îslamî dibînin.

Munîr Edîb wiha dawî li gotina xwe anî: "Ger pênaseyeke gişt ku hemû li ser hev bikin hat danîn, dê bi xwe re van rêxistinan bi dawî bikin. Ger ev stratejî hat danîn û saziyên navneteweyî mîna NYˊyê, Konseya Ewlehiyê û dewletên mezin hembêz kirin, wê demê dê ev rêxistin bi temamî werin bidawîkirin. Ji ber ku em ê damarên piştgiriyê didin wan ku û sûdê jê werdigirin bi dawî bikin. Li vir mebesta min civata navneteweyî yan jî dewletên mezin dibe ku ji hebûna wê sûdê werdigirin."

(fr)

ANHA