DAIŞ'iyên ku dewleta Tirk di nava çeteyên xwe de bicîh kirine

Dewleta Tirk a dagirker ku çeteyên DAIŞ’ê fînanse û perwerde dikirin, piştî bidawîkirina hebûna erdnîgarî ya DAIŞ’ê, çeteyên wê di nava komên çete yên girêdayî xwe de bicîh kirin. Ajansa me çendek ji van çeteyan deşîfre dike.  

DAIŞ'iyên ku dewleta Tirk di nava çeteyên xwe de bicîh kirine
24 adar, 2024   05:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve çeteyên DAIŞ'ê destekeke bêsînor ji dewleta Tirk a dagirker û dewletên Ereban wergirt. Rojava jî bû navenda têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û bi Koalîsyona Navneteweyî re DAIŞ kete nava tengasiyê. Dewleta Tirk a dagirker li ser vê yekê ket nava hewldanan û ji bo ku kontrola xwe ya li herêmê bidomîne, têkiliyên xwe yên bi DAIŞ'ê re nebirîn û bi stratejiyên nû desteka xwe di her warî de domand.

Rêxistina Maf û Edalet ji bo Sûriyeyiyan (STJ) sala 2021'an bi sernavê "Binpêkirinên Bêyî Hesabdayîn Didomin: Endamên Payebilind ên DAIŞ'ê di nava Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê de"  raporek weşand.

Di raporê de hat belgekirin ku 27 çeteyên payebilind ên DAIŞ'ê di nava komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ku bi navê Artêşa Suriyeya Azad (OSO) hatine rêxistinkirin de hatine bicîhkirin û li gelek deverên bakurê Sûriyeyê belav bûne.

Niha jî agahiyên beşek ji van çeteyan hatin bidestxistin. Çavkaniyên taybet, agahiyên çeteyên DAIŞ'ê yên ku dewleta Tirk a dagirker di nava komên girêdayî xwe de bicîh kirine, ji ajansa me re ragihandin.

Li gorî van agahiyan hinek ji van çeteyan ev in:

Musena Xelîl El Hesen sala 1990'î li bajarê Meyadîn ê Dêrazorê ji dayik bû. Berê endamê DAIŞ'ê bû û li Tedmur, Reqa û Iraqê beşdarî gelek şeran bûye û niha li Girê Sipî ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de dijî. Wekî Ebû El-Wefa tê naskirin û di nava çeteyên Cebhet El Şamiye de cih digire.

Semîh Fûad Yazilçî ku bi navê Ebû Ûmer tê naskirin, li Girê Spî di sala 1990'î de hatiye dine. Berê di nava çeteyên DAIŞ'ê de cih girt û tev li gelek şerên li Sûriye û Iraqê bû. Ebû Ûmer niha li Girê Spî dimîne û di nava çeteyan de xebatên îstîxbaratê dike.

Reed Hesen El Wegaî di sala 1996'an de li bajaroka Meyadîn a Dêrazorê ji dayik bûye. Di navbera salên 2015-2017'an de tev li DAIŞ'ê bû. Piştre derbasî Babê bû ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Bi navê Ebû Mihemmed tê naskirin û di dagirkirina Efrînê de cih girt, piştre tev li koma çeteyên Feyleq El Şam bû.

Edhem Fatîh El Şekircî di sala 2000'î de li Dêrazorê ji dayik bû. Di navbera salên 2015-2017'an de di nava DAIŞ'ê de bû. Niha bi navê Ebû Bekir tê naskirin û li bajarê Cerablûs ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, dijî.

Tariq Ebû Ezîz di sala 1991'an de li bajaroka El Meyadîn ê Dêrazorê ji dayik bû û di navbera salên 2015-2017'an de di nava çeteyên DAIŞ'ê de bû. Piştî ku Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin, berê xwe da herêma Serêkaniyê û niha jî di nava koma çeteyan de bi navê Ebû Elî cih digire.

Macid Mistefa El Xalid ku bi navê Ebû Decana El Ensarî tê naskirin, di sala 1990'î de li bajaroka Meyadîn a Dêrazorê ji dayik bûye. Sala 2015'an tev li DAIŞ'ê bû û niha li Serêkaniyê di nava çeteyên dewleta Tirk de cîh digire.

Mihemed Enes El Ibêd di sala 2001’an de li gundê Dernec ê li ser xeta El Cezîre ya bajarê Dêrazorê ji dayik bûye. Di navbera salên 2014 û 2017'an de di nava çeteyên DAIŞ'ê de bû. Piştre derbasî herêma Girê Spî ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bû û niha jî bi navê Ebû Mûawiye di nava koma çeteyan a Cebhe El Şamiye de ye.

Mihemed Mihyeddîn li gundê El Kubar ê li xeta El Cezîre ya Dêrazorê ji dayik bûye. Berê di nava DAIŞ'ê beşdarî gelek şerên li Iraq û Sûriyeyê bûye. Niha li herêma Girê Spî bi cih bûye, bi navê Erendes tê naskirin û di nava koma çeteyan a Cebhe El Şamiye de cih digire.

MÎT KARTÊN TAYBET DIDE WAN

Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên pêbawer girtine, Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Dewleta Tirk (MÎT) kartên taybet li çeteyên DAIŞ'ê yên li bajar û gundewarên Efrînê belav kirine da ku bikarin bi serbestî tev bigerin. Li navçeyên Girê Spî û Silûk ku niha bûne kelehên çeteyên DAIŞ'ê yên li Sûriyeyê, çete bêyî ku rastî tu kontrol an jî lêkolînan werin, dikarin bi serbestî tev bigerin. Çeteyên DAIŞ'ê, ji bo malbatên DAIŞ'iyan ên li Serêkaniyê derfetên bicihbûnê pêşkêş dikin.

Di 12'ê Tîrmeha 2022'yan de hatibû ragihandin ku waliyê berê yê Şamê Mahîr El Agal ku yek ji serçeteyên girîng ên DAIŞ'ê bû, li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, hatiye kuştin. Mahîr El Agal emîrekî çeteyan bû ku Komkujiya Pirsûsê organîze kiribû û her wiha di Komkujiya Kobanê ya 2014'an de cih girtibû. Mahîr El Agal tevî bira û pismamên xwe di nava DAIŞ'ê de çalak bû.

Operasyona ku Koalîsyona Navneteweyî li dijî Mahîr El Agal pêk anî, ne ya yekemîn bû. Hêzên koalîsyonê di 16’ê Hezîrana 2022'yan de di operasyoneke li Cerablûsê de çeteyekî DAIŞ'ê tevî çeteye payebilind ê DAIŞ'ê û waliyê Reqayê Hanî Ehmed El Kurdî dîl girtin. Serçeteyê DAIŞ'ê Hanî Ehmed El Kurdî bi desteka îstîxbaratê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hate girtin.

PISPORÊ BOMBEYAN Ê DAIŞ'Ê BÛ

Hanî Ehmed El Kurdî (40) ji Reqayê ye, piştî şerê Reqayê ku di serdemên herî bibandor ên DAIŞ'ê de wek paytexta DAIŞ'ê hatibû îlankirin, reviya Cerablûsê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye.

Hanî Ehmed El Kurdî ku ji aliyê hêzên koalîsyonê ve wek pisporê bombeyan û balafirên keşfê yên DAIŞ'ê hate diyarkirin, di navbera şaneyên DAIŞ'ê de li herêmên wekî Reqa, Dêrazor û Minbicê têkilî danîne û çek û cebilxane jê re peyda kirine.

Hanî Ehmed El Kurdî ku tê gotin têkiliya wî bi MÎT'ê re heye, li Cerablûs û herêmên din xwe bi nasnameya bazirganekî mazotê veşart. Tê zanîn ku El Kurdî di gelek komkujî û êrişan de cihê xwe girtiye.

SERÇETEYÊ DAIŞ’Ê EL SELBÎ LI NÊZÎ QEREQOLEKE DEWLETA TIRK HATE KUŞTIN

Sibata 2022'yan di operasyoneke ku Koalîsyona Navneteweyî bi hevkariya QSD'ê pêk anî de, Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî (El Selbî) ku şûna Ebû Bekir El Bexdadî girtibû, 400-500 metreyan nêzî qereqoleke dewleta Tirk a li bajaroka Atme ya Idlibê hatibû kuştin.

BEXDADÎ LI SER SÎNORÊ TIRKIYEYÊ HATE KUŞTIN

Ebû Bekir El Bexdadî ku berpirsê rijandina xwîna bi hezaran Kurd û gelên Sûriyeyê bû, di 27’ê Cotmeha 2019'an de di encama operasyona hevbeş a hêzên koalîsyonê de li gundê Barişa yê Idlibê ku 7 kîlometreyan nêzî sînorê Tirkiyeyê ye, hatibû kuştin. Belgeyên ketin û derketina Bexdadî ya Tirkiyeyê hebûn. Hin endamên malbata wî piştre li Tirkiyeyê hatibûn girtin.