Dera dîsa dibe rojev: Gelo wê guhertin çêbibe?- HÊVÎDAR XALID

Dera dîsa dibe rojev: Gelo wê guhertin çêbibe?- HÊVÎDAR XALID
24 adar 2024   04:37

Ev çend roj in li bajarê Dera yê başûrê Sûriyeyê xwepêşandanên girseyî yên bi daxwaza çûna Beşar Esed tên lidarxistin. Ji salan ve, ev herêm di bin serweriya hikumeta Şamê de ye, bi taybetî ji sala 2018’an de bi pêşengiya Rûsyayê "çareserî" lê hatin kirin. Rûsya bi navê "çareseriyê" armanc dike berjewendiyên xwe yên taybet pêk bîne û hegemoniya ku hikumeta Şamê ji destpêka aloziyê li welat ve ji dest daye, berfireh bike û heybeta wê vegerîne. Ji 2018’an ve li Derayê alozî li pey aloziyan dewam dikin, ewlehî nîn e, bûyerên qetilkirin, revandin û dizî û bikaranîna çekan zêde dibin.

Ji ber wan "Çareseriyan" Derayê aram nebûye. Berevajî vê yekê operasyonên serdegirtinê yên ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve li dijî sivîlan û mal û milkên wan têne kirin, zêde bûne. Zêdekirî vê yekê rêzebûyerên kuştinê li dijî leşkerên Şamê û çekdarên navê muxalefetê li xwe dikin, li dijî sivîl, çalakvan û rojnamevanan têne kirin. Gelek kesan berpirsyariya van kiryar û sûcan girtine ser feyleqa 5’an a bi nûnertiya serokê hikumetê. Destnîşan dikin ku serokê hikumetê fitne di navbera pêkhateyên başûrê Sûriyeyê de derxistin û berpirsê belavbûna bazirganiya madeyên hişbir û çekan li herêmê ye.

Hikumeta Şamê dema bajarê Derayê kontrol kir, dest bi kiryarên xwe yên ne jirêzê ve kir, tirs û xof xist dilê niştecihên wê. Lê siyasetên Şamê li pêşiya xwepêşandanên girseyî yên bi daxwaza rakirina sembolên desthilata Şamê, rêgirtina li ber plan û lîstokên wê, daxwaza serbestberdana girtiyan û rawestandina operasyonên ewlehiyê nebûn kelem. Sedema vê yekê ew e ku dezgeha ewlehiyê ya rejîma Şamê di bingeh de jihevketî ye û nikare xwe û rewşê kontrol bike.

Çalakvan û rojnamevanên li Derayê ji medyayên cîhanî re diyar kirin ku ne nûçeyek û ne jî wêneyeke şêniyan ji Derayê derneketin. sedema vê yekê spartin siyasetên bêdengkirinê yên sîstematîk e ku ji aliyê saziyên hikumeta Şamê ve têne kirine. Di çarçoveya xebatên jinûve avakirinê de, ji bilî projeyên ku di çarçoveya bernameya geşkirinê ya NY’yê de hatine kirin, hikumeta Şamê projeyên xizmetguzarî pêk neanîne.

Saziyên ser bi hikumeta Şamê ve xizmetguzariyên bingehîn pêşkêşî niştecihên Derayê nekirin û binesaziyê wê ji nû ve ava nekiriye. Di asta sepandina ewlehiyê de jî tiştek nekiriye. Hikumeta heyî xwe berpirsê van mijaran nahesibîne û li herêmên qaşo "çareseriyan" lê pêk tîne ji bo pirsgirêkên av, rê û ceyranê tu çareseriyan peyda nake. Ev hemû ji her kesî re diyar kirin ku qaşo çareseriyên ji aliyê Rûsyayê ve têne sazkirin çareseriyeke rasteqîn ji êşên sûriyeyan re neanîn.

Bi derbasbûna 13 salan di ser destpêkirina tevgera gel a li dijî siyasetên hikumetê re, Dera careke din dibe rojev. Gelê Derayê israr dike ku bide ser şopa Siwêdayê ku xwepêşandan lê têne lidarxistin da ku armancên  şênber pêk werin û çareseriyeke bingehîn ji aloziya Sûriyeyê re were dîtin ku tevahî sûriyeyî jê razî bin û rêyeke nû ber bi yekrêzî û  çareseriyeke navxweyî ve pêk were. Bêyî van xalan armancên xwepêşandan ên pêkanîna guhertin, avakirina sûriyeke pirrengî ya ne navendî mîna modela Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku hemû pêkhateyan di nav xwe dihewîne bi cih nayîn. Ev model hêza yekane ye ku dikare dawî li aloziya zêdekirî 13 salan a li welat bîne.

(bb)