Helwesta Ocalan dijî qeyûmê: Ev yek bi her kesî dide windakirin

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ku di 23`ê Cotmehê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevîdîtn pêk anî bû, bertek nîşanî tayînkirina 3 şaredariyan da û got: “Bi rêbaza qeyûm re hewl didin kurdan li derveyî hiqûq û siyasetê bihêlin û ev yek bi her kesî dide windakirin.”

Helwesta Ocalan dijî qeyûmê: Ev yek bi her kesî dide windakirin
4 mijdar, 2024   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li 3 şaredariyên DEM Partiyê da. Ocalan, wiha got: “Armanca me ya herî mezin xurtkirina qada siyaseta demokratîk e. Bi rêbaza qeyûm re hewl didin kurdan li derveyî hiqûq û siyasetê bihêlin û ev yek bi her kesî dide windakirin. Bi sala ye heman rêbazan bi kar tînin û li benda encamên cuda ne. Ev yek tenê xwexapandin e. Em ê tevî gelên xwe li dijî vê neheqiyê têbikoşin.”

Parlamenterê DEM Partîyê Omer Ocalan di 23’ê Cotmehê de li Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re ku 43 mehin agahî jê nehat girtin re hevdîtinek pêk anîbû. Omer Ocalan bal kişandi bû ser hevdîtina xwe û wiha got: “Birêz Ocalan silavên xwe ji hemû gelê me re şand. Peyama wî pir zelal bû.” Omer Ocalan peyama Rêber Abdullah Ocalan wiha parve kir: “Ger şert û merc çêbibin, hêza min a teorîk û pratîk heye ku vê pêvajoya pevçûn û tundiyê derxim ser bingha hiqûqî û siyasî. Ez xwedî vê hêzê me”.

Omer Ocalan anîbû ziman ku di vê çarçoveyê de pêwîste gel û siyasetmedar bi awayekî komî ji bo xurtkirina destê Rêber Abdullah Ocalan bixebitin.