Li Hemayê leşkerekî Şamê hate kuştin

Leşkerekî hêzên hikumeta Şamê li Hemayê di êrişa çeteyên HTŞˈê de hat kuştin.

Li Hemayê leşkerekî Şamê hate kuştin
4 mijdar, 2024   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li bajarokê Corîn ê herêma Sehil El Xab a li rojavayê Hemayê êrişî nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê kir.

SOHR’ê diyar kir ku di êrişê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hatiye kuştin. Li gorî SOHR’ê, leşkerê hatiye kuştin ji Hemayê ye.

(bb)