Rojnameyên erebî: Cîhan li benda hilbijartinên DYA’yê ye

Li gorî rojnameyên erebî welatên Ewropayê dest bi guhertina stratejiya xwe ya li hember hikumeta Şamê kiriye û ji bo destnîşankirina nûnerekî taybet ê Sûriyeyê dixebitin û cîhan li benda encamên hilbijartinên DYA’yê ye ku dibe ku bandorê li qada siyasî ya Rojhilata Navîn jî bikin.

Rojnameyên erebî: Cîhan li benda hilbijartinên DYA’yê ye
4 mijdar, 2024   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, behsa dan û standinên nû yên Ewropayê yên bi Sûriyeyê re, her wiha aloziya li Iraqê û hilbijartinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kir.

‘NÛNERÊ EWROPÎ LI SÛRIYEYÊ; DESTPÊKA DEVJÊBERDANA ŞERT Û MERCÊN NORMALÎZEKIRINÊ YE?’

Rojnameya El Erebî El Cedîd têkildarî destnîşankirina nûnerekî taybet ji bo Sûriyeyê ji aliyê Yekitiya Ewropayê (YE) ve nivîsî. Rojnameyê diyar kir ku ev pêngav tê wateya ku YE dest ji stratejiya xwe ya li hember Şamê berdaye, bi taybetî mijara normalîzekirina bi Şamê re. Rojnameyê nivîsî ku ev pêngav di encama hewldanên ku îsal ji aliyê serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ve hatin birêvebirin, çêbûye. Ev pêngav ji aliyê hemû welatên YE’yê ve nayê pejirandin, Fransa dudil e û Almanya jî napejirîne.

‘LI IRAQÊ ALOZÎ ZÊDE DIBE’

Rojnameya El Ereb ragihand ku Îran pir guh dide Iraqê ku bibe dika moşekên wê yên balîstîk ên li dijî Îsraîlê. Ev yek bû sedem ku Îsraîl gefên nerasterast li Bexdayê bixwe ku dê êrişan li Iraqê bike, eger komên alîgirên hikumetê êrişên xwe berdewam bikin. Di vê derbarê de, di raportan de hat gotin ku Tel Avîvê armancên xwe yên li Iraqê destnîşan kirine ku eger komên bi piştevaniya Îranê ji wir êrişî Îsraîlê bikin, ew ê jî êrişî van armancan bike û hişyarî ji Bexdayê re şand.

‘DOSYAYÊN EREBÎ Û NAVNETEWEYÎ LI BENDA ENCAMÊN HILBIJARTINÊN DYA’YÊ NE’

Bûyera herî berbiçav a li ser asta cîhanê, hilbijartinên DYA’yê ne ku heya niha rêjeyên dengan ên her du berbijêran; Donald Trump û Kamala Harris nêzî hev in. Lewma jî zehmet e were zanîn kî dê bi ser bikeve. Di vê çarçoveyê de rojnameya Independent a Erebî diyar kir ku qeyranên mezin hene û sozên aştî û şer hene, hemû li benda xwediyê “îmzeya zêrîn a serokekî tirsnak" yan jî "xatûneke jê nayê bawerkirin” bibe serokeke baş.

Rojnameyê da zanîn ku encamên hilbijartinên DYA’yê dê bandoreke berfireh li ser gelek dosyayên girîng ên erebî û navneteweyî dikin, wekî şer, ewlehî û enerjiyê û ev yek dihêle ku gelek alî li benda siyaseta derve ya rêveberiya nû ya DYA’yê bimînin.

(k)