Heleb di nava çopê de maye

Heleb ku bajarê herî girîng ên Sûriyeyê ye, hatiye paşguhkirin û di nava çopê de maye.

Heleb di nava çopê de maye
9 sibat, 2026   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvanan wêneyên bajarê Helebê li ser medyaya dijîtal belav kirin. Di wêneyan de diyar dibe ku hemû taxên bajarê Helebê di nava çopê de mane.

Bajarê Helebê li Sûriyeyê her tim bajarekî stratejîk bû. Di dîrokê de di aliyê bazirganî û pîşesaziyê de gelekî girîng bû. Piştî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ket Helebê, ew ji aliyê xizmetguzarî ve hatiye paşguhkirin û taxên wê di nava çopê de mane.