Îsraîl 4 çekdarên Filistînî kuştin

Li bajarê Refehê yê başûrê Xezayê 4 çekdar dema ku ji tunelek derdiketin hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê jî hewldanên naskirina cihên çekdarên  di nav tunelan de berdewam dike.

Îsraîl 4 çekdarên Filistînî kuştin
9 sibat, 2026   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku wan 4 çekdarên Filistînî dema ku ji tunelek li Refehê ya başûrê Xezayê derdiketin kuştine. Artêşê îdia kir ku wan kesan gule berdane leşkerên Îsraîlê.

Çekdarên Hemasê di tunelên li Refehê ya di bin beşa Xezayê ya ku ji hêla artêşa Îsraîlê ve tê kontrolkirin de asê mane.

Agirbesta ku piştî 2 salan şer hatiye îmzekirin, berdewam tê binpêkirin, her du alî jî hevdu sûcdar dikin.

(k)