Hejmarek zêde ya xwendekarên Siweydayê nekarîn tevlî ezmûnan bibin

Li Sûriyeyê bi hezaran xwendekarên bawernameyên asta navîn îro dest bi ezmûnan kirin. Lê xwendekarên Siwêdayê bi pirsgirêkên navendên ezmûnan re rû bi rû ne.

Hejmarek zêde ya xwendekarên Siweydayê nekarîn tevlî ezmûnan bibin
6 hezîran, 2026   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Sûriyeyê îro ezmûnên bawernameya navîn bi beşên xwe yên wêjeyî, zanistî, olî û pêşeyî dest pê kirin.

Ji hemû parêzgehan nêzî 369 hezar xwendekar li hezar û 570 navendana ezmûnan pêşkêş dikin.

Hejmara xwendekarên beşa zanistî 215 hezar û 258 e, hejmara xwendekarên beşa wêjeyî 127 hezar û 343 hezar e, hejmara xwendekarên beşa pêşeyî jî 23 hezar û 267 e, her wiha yên olî jî 2 hezar û 728 e.

Li Siwêdayê piştî biryara hikumeta demkî ya veguhestina navendên ezmûnan bo Şam û gundewarên wê zehmet û astengî li pêşiya xwendekaran derketine.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku hejmarek mezin a xwendekaran nikarin biçin Şam û gundewarên wê ezmûnan pêşkêş bikin.

Hin çavkaniyên din jî got, Hêzên Parêzvanên Nîştimanî çûna xwendekaran a navendên ezmûnan asteng kirin û hin malbatan jî ji ber metirsiyên ewlehiyê zarokên xwe neşandin Şamê.

Wezareta Perwerde û Fêrkirine ya hikûmeta demkî 14'ê Gulanê biryarek dabû. Li gorî wê, dê ji bo xwendekarên refên 9 û 12  (Wêje, zanistî û pêşeyî) yên ji Siwedayê navendên ezmûnan li parêzgehên Şam û gundewarên Şamê werin vekirin. Wezaretê ev biryar bi îdiaya ku 'Siwêdayê ne ewle ye û divê ezmûn li cihekî ewle were kirin' da. Şêniyên Siwêdayê bi xwepêşandan nerazîbûn nîşanî biryar dan û diyar kirin ev biryar barê zêdetirî 13 hezar xwendekaran giran dike, di heman demê de mercên ewlehî û debarê jî giran e. Şêniyan xwestin ev biryar were betalkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê 1‘ê Hezîranê şandeyeke Neteweyên Yekûbyî (NY), bi Şêx Hikmet  El Hicrî re civiyabû.

NY‘yê der barê hevdîtinê de daxuyand ku tevî van hevdîtinan, her du alî ( hikûmeta demkî û Şêx Hikmet El Hicrî ) nekarîn astengiyên heyî derbas bibin. Her wiha destnîşan kir ku hikûmet dê ezmûnan li Parêzgeha gundewarê Şamê berdewam bike.

(bb)