Artêşa Îsraîlê li Quneytîrayê ciwanek girt

Artêşa Îsraîlê bi ser gundewarê Quneytîrayê de girt û ciwanek girt.

Artêşa Îsraîlê li Quneytîrayê ciwanek girt
6 hezîran, 2026   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihandin ku dewriyeyeke artêşa Îsraîlê berbanga îro ket gundê Ebû Mizara yê başûrê Quneytîrayê û bi ser malekê de girtin. Çavkaniyan dane zanîn ku di serdgirtinê de ciwanek girtin û birin cihekê nediyar.

Hate diyarkirin ku dewriyeyeke din ket gundê Îsayê, lê kesek nehat girtin.

Li gorî radyoya Colan FMê, hêzên Îsraîlê ji dema ketina rejîma Baasê ve zêdetirî 700 caran ketiya nava axa Sûriyeyê, derdora 197 kes girtin, ji wan 43 kes hîna ragirtine û hin ji wan sewqî girtîgehên Îsraîlê kirine.

(bb)