Di êrişa Îsraîlê de hejmarek leşkerên Lubnanê hatin kuştin

Artêşa Lubnanê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li dijî erebeyekê de hejmarek leşkerên wê hatin kuştin.

Di êrişa Îsraîlê de hejmarek leşkerên Lubnanê hatin kuştin
6 hezîran, 2026   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Lubnanê vê sibehê ragihand ku Îsraîlê erebeyeke leşkerên artêşê li başûrê welat bombebaran kir. Di encama bombebaranê de efser jî di nav de hejmarek leşkerên Lubnanê hatin kuştin.

Artêşê diyar kir ku êriş li ser rêya Xerdelî-Nebetiyê pêk hat. Lê agahiyên der barê hejmara kuştiyan de parve nekir.

(bb)