Dê û bav û xwendekaran daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî kirin

Îro, dê û bav û xwendekarên Kurd li bajarê Qamişlo daxuyaniyek weşandin û daxwaza sererastkirina biryara Wezareta Perwerdeyê ya derbarê zimanê Kurdî de kirin û daxwaz kirin ku mafê xwendekaran ji bo fêrbûn û perwerdekirina bi zimanê dayikê were misogerkirin.

Dê û bav û xwendekaran daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî kirin
Dê û bav û xwendekaran daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî kirin
Dê û bav û xwendekaran daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî kirin
Dê û bav û xwendekaran daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî kirin
31 tebax, 2026   11:06
QAMIŞLO

Dê û bav û xwendekarên Kurd li bajarê Qamişlo, li herêma Cizîrê, îro daxuyaniyek ji raya giştî re derbarê biryara Wezareta Perwerdeyê ya derbarê hînkirina zimanê Kurdî de dan.

Daxuyanî li ber avahiya Rêveberiya Herêma Qamişlo ji hêla Henan Bekir ve, bi amadebûna xwendekaran û dê û bavên wan, hate xwendin. Piştî xwendinê, daxwazên xwendekar û dê û bavan ji gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Hessamre hate pêşkêşkirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Me biryara Wezareta ku di dîroka 27/8/2026de derket û têkildarî serrastkirina rêwimayên cîbicîkar ên ku di dîroka Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê nirxand, bi taybet danpêdanên taybet bi Desteya Perwerdeya neteweyî, xwendina wê di dibistanên nîvîna bi zimanê kurdî wekî zimanê kom a dawîn a pileyan de.

Ev gav di rêya danpêdana fermî ya bi zimanê kurdî de pêşketineke giring e, lê em piştrast dikin ku ev danpêdan, tevî giringiya wê, hin pêşxistina qanûnsaz û perwerdeyî heye da ku bikaranîna mafê zimanî bêkêmasî were misogerkirin.

Mijar ne tenê têkildarî zêdekirina zimanê kurdî wekî materyaleke xwendinê ye, lê têkildarî mafekî zimanî ye ku girêdayî wekhevî û mafekî zimanî, çandî û perwerdeyî yê girtina bi zimanê wan ê dayikê ye. Herweha têkildarî mafê zarok, şagird û xwendekaran ê fêrbûna bi zimanê wan ê dayikê û bikaranîna wî ya di bidestxistina zanînê de ye.

Em dibînin ku cudahiyeke cewherî di navbera fêrkirina zimanê kurdî û fêrkirinê bi zimanê kurdî de heye. Hebûna ziman a sê saetên di heftîyê de gava pêşîn e, lê têrê nake ku zimanê kurdî bike zimanê fêrkirin û zanînê û nabe ev biryar bibe banekî dawîn ê vî mafî.

Herweha em piştrast dikin ku mafê ziman nabe ku mafekî erdnîgarî yê girêdayî hebûna “rêjeyeke berçav” a hemwelatiyên kurd li herêmeke diyarkirî be; zimanê dayikê bi guhartina cihê niştecihbûnê nayê guhartin û xwendekarê kurd li ku dera Sûriyeyê be, mafê wî yê fêrbûna bi zimanê xwe ji dest nade.

Em tekez dikin ku xwendekar û şagirdên niha li dibistanê dixwînin berçav werin girtin. Nabe ku sûdgirtina ji sîyaseta nû tenê bi nifşên nû yên ku dê di siberojê de derbasî dibistanê bibin, sînordar be û di heman demê de îro nifşek heye ku bi salan derfeta wî çênebûye ku bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibe. Serrastkirina bandora bêparîya zimanî pêwîst e xwendekarên niha bi rêya bernameyên veguhêz û qerebûyî yên li gor temen û astên wan ên xwendinê bigire nav xwe.

Herweha em piştrast dikin ku xurtkirina zimanê kurdî nayê wataya dûrxistina zimanê erebî yan jî daxistina ji nirxê wî, lêbelê tê wataya avakirina nimûneyeke perwerdeyî ya duzimanî ku zimanê dayikê yê xwendekar diparêze û di heman demê de xurtbûna wî ya di zimanê erebî de û fêrbûna zimanên bîyanî jî misoger dike. Bi vê yekê wekhevî, girêdan û yekîtîya neteweyî xurt dibe.

Lewra, daxwazên me ev in:

1Pêşxistina biryara wezaretê ya hejmar 68/943/ da ku bibe gaveke ber bi misogerkirina fêrbûna bi zimanê kurdî û ne tenê rêxistina fêrkirina wê wekî materyaleke fêrkirinê.

2Misogerkirina mafê xwendekar û şagirdên kurd di fêrbûna zimanê wan ê dayikê da li hemû aliyên Sûriyeyê û negirêdana vî mafî bi cihê niştecihbûnê yan bi rêjeyeke niştecihî ya destnîşankirî ve.

3Pêwîst e her nezelalîya di pîvana “herêmên ku di wan de rêjeyeke berçav a hemwelatiyên kurd hene” ji holê rabe û pîvanên zelal û aşkere werin danîn da ku jihevcihkirina di navbera xwendekaran de li gor niştecihbûna wan ji holê were rakirin.

4Pêjirandina sê waneyan di heftîyê de pêwîst ene wekî banekî dawîn ê fêrbûna zimanê kurdî were hesibandin.

5Danîna planeke demî ya zelal a çûna hin bi hin ji fêrkirina zimanê kurdî ber bi fêrkirina bi zimanê kurdî ve û di hejmara zêdetir a materyalan de heta ku bigihîje nimûneyeke fêrkirinê ya duzimanî di pêvajoyên guncav de.

6Misogerkirina sûdgirtina xwendekar û şagirdên ku niha li dibistanan in ji siyaseta nû ya fêrkirinê û sînordarkirina vî mafî bi nifşên bê.

7Amadekirina mamosteyên ku dikarin bi zimanê kurdî di hemû astan û di hemû materyal û beşan de fêr bikin û sînordarkirina kadroyên fêrkirina zimanê kurdî tenê.

8Sûdgirtina ji pêşnivîsên perwerdeyî yên ku berê di warê perwerdeyê bi zimanê kurdî de hene, bi taybet bi hezaran mamosta û karmendên di qada perwerdeyê de yên xwedî pêşnivîsên curbicur û vekirina rêyê li pêş wan da ku di prosesa perwerdeyî ya fermî de beşdar bibin li gor bingehên akademîk ên zelal û bê duristina paşguhkirin.

9Amadekirin û pêşxistina tegihên zanistî û akademîk ên pêwîst.

10Tevlîkirina çand, wêje, dîrok û kevneşopiya kurdî di mihênahên neteweyî de bi awayekî zanistî û hevseng ku tê girêdayîya çand û dîroka civaka sûrîyeyî derxîne pêş.

11Misogerkirina berdewamûna fêrkirina zimanê erebî li gel zimanê kurdî, herweha pêjirandina fêrkirina duzimanî wekî rêyeke xurtkirina wekhevîya derfetên, ne ku zimanek ji zimanekî din çêtir were ditin.

12Vekirina rêgehên di xwendina bilind de ji bo amadekirina mamosta, vekoler û pisporên bi zimanê kurdî û piştgiriya lêgerîna zanistî û berhemana zanînê ji derên akademîk jî.

13Misogerkirina ku zimanê kurdî nebe materyaleke ezmûnî ya negering, lê pêwîst e di aliyên curbicur ên jiyana dibistanî û fêrkarî de bibe xwedî amadabûneke rastîn.

14Dayîna garantiyeke qanûnî, xweçî û qanûnsaz ji bo mafên zimanî û fêrkarî yên hemwelatiyên kurd da ku ev maf nebe têkildarî biryarekê îdarî ya ku pêkane û were serrastkirin an betalkirin

Em piştrast dikin ku danpêdana bi zimanê kurdî gaveke giring e û li ser tê avakirin. Lê danpêdana rastîn ne tenê ew e ku di tabloya waneyên de were rêzkirin, lê karîna xwendekar a bikaranîna wê ya di fêrbûn, derbirîn û berhemana zanînê de ye.

Herweha em piştrast dikin ku tecrîbeya 14 salî ya fêrkirina bi zimanê kurdî û pê re jî komîser hebûna pisporî, minhac û kadroyên fêrkirinê, pêwîst e wekî embareke. perwerdeyî were ditin ku dikare were pêşxistin û di asta neteweyî de sûd jê were girtin, û ne wekî tecrîbeyekê were ditin ku pêwîst e were paşguhkirin. Her weha hebûna bi hezaran mamostayên xwedî pispôriyên curbicur ên di fêrkirina bi zimanê kurdî de xwedî pispôrî ji bo avakirina nimûneyeke fêrkirinê ya gîştîtir ji bo wezarêtê derfeteke rastîn e, li şûna destpêkirina ji sifirê.

Herweha em piştrast dikin ku mafê zimanî mafekî heyî ye û ne sozeke paşxistî ye. Her siyaseteke serrastker pêwîst e li gel nifşên siberojê, xwendekar û şagirdên ku niha li dibistanê ne bigire nav xwe.

Rêzgirtina cihêrengiya zimanî û çandî yekîtiya neteweyî lawaz nake, lê xurttir dike û wekheviya rastîn nayê wataya jiholêrakirina cudabûnê, lêbelê tê wataya misogerkirina mafên hemû hemwelatiyan bê cudahî."

(k)

ANHA