Hejmara kuştiyên teqînên li Lubnanê bû 37

Wezîrê tenduristiyê yê Lubnanê Fîras El Ebyed ragihand ku hejmara kuştiyên teqînên cîhazên banglêkirinê û bêtêlan bûye 37.

Hejmara kuştiyên teqînên li Lubnanê bû 37
19 îlon, 2024   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê tenduristiyê yê Lubnanê Fîras El Ebyed di civîneke çapemeniyê de got: "Hejmara birîndarên êrişên 17’ê Îlonê gihaştine nexweşxaneyan, 2 hezar û 323 ye. Ji birîndaran jî rewşa hezar 343 kesan navîn û giran e." 

El Ebyed da zanîn ku di teqînên duh de 608 kes birîndar bûne û rewşa 61 birînaran giran e.

Fîras El Ebyed diyar kir ku hejmara miriyên pêla duyemîn a teqînên cîhazên bêtêl ku duh pêk hatibû bû 25 e û got hejmara miriyên teqînên rojên sêşem û çarşemê bû 37.

Li gorî agahiyên destpêkê hatibûn dayîn di teqînan de 12 kes hatine kuştin.

Wezîrê tenduristiyê yê Lubnanê ragihand ku hewldanên welatên Ereban ên pêşkêşkirina alîkariyên tibî ji bo welatê wî hene.

Rêveberiya giştî ya balafirên sivîlan a Lubnanê biyar da ku tevahî şîrketên balafirên li balafirgeha Refîq El Herîrî ya li Beyrûtê kar dikin ku cîhazên banglêkirinê an walkie-talkie veneguhêzin.

(bb)