Li Hesekê zarokek ket bîrê

Li taxa Nasira ya bajarê Hesekê zarokekî 8 salî ket bîrê. Ji bo rizgarkirina wê hewldan têne kirin.

Li Hesekê zarokek ket bîrê
19 îlon, 2024   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Hesekê zarokê bi navê Enwer Lazgîn ê 8 salî ketiye bîra nêzî sûra dibistana Lebîd a li taxa Nasira ya bakurê bajar. Şênî ji bo rizgarkirina Enwer di nava hewldanan de ne.

Bûyera ketina Enwer di bîrê de di medyaya dîjîtal de belav bûye û ji bo rizgarkirina wî bangewazî têne kirin.

(bb)

ANHA