Ewlehiya Şamê li Tertûsê çalakger binçav kir

Saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê li bajarê Tertûsê yê Sûriyeyê çalakgerekî mafên mirovan binçav kir.

Ewlehiya Şamê li Tertûsê çalakger binçav kir
19 îlon, 2024   16:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê li bajarê Tertûsê çalakgerê mafên mirovan ê bi navê ʹYûnis Silêmanʹ ku bi Cotkarê Gund tê naskirin, binçav kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li dijî raporek hatibû pêşkêşkirin, di encamê de saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê ew binçav kir û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Duh jî hêzên ewlehiyê endamê Meclisa Parêzgeha Humsê Wehîd Yezbek li bajarê Humsê binçav kiribû.

Girêdayî wê, hêzên ewlehiyê li bajarê Laziqiyê di çarçoveya hemleya li dijî muxalifan de, 3 welatî binçav kiribûn.

(mh)