Hejmara kuştiyên teqîna Îranê bû 103 kes

Hejmara kuştiyên di teqîna îro ya li parêzgeha Kirman a Îranê de gihişt 103 kesan û 141 kesên din jî birîndar bûne.

Hejmara kuştiyên teqîna Îranê bû 103 kes
3 ÇILE, 2024   23:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Îranê îro 2 teqînên pey hev li parêzgeha Kirman a li nêzî gora Qasim Silêmanî rû dan. Rejîma Îranê jî ev teqîn weke êrişeke terorê bi nav kir, hejmara kuştiyên di teqîna îro ya li parêzgeha Kirman a Îranê de gihişt 103 kesan û 141 kesên din jî birîndar bûne.

Berdevkê Îdareya Lezgîn a Îranê di daxuyaniyê de got; “2 teqîn li nêzîkî mezargeha şehîdan a parêzgeha Kirmanê pêk hatin. Ev hemwextî çaremîn salvegera kuştina fermandarê berê yê Supaya Qudis a Îranê Qasim Silêmanî ye.”

Di heman wextî de, berpirsekî ewlekariyê yê ajansa Tesnîm a Îranê ragihand ku herdu teqîn bi komandayên ji dûr ve hatine kontrolkirin ku beşdarên merasîmê kirine armanc.

(mh)