Nivîskar Ehmed Pelda şerê aboriyê û bandora wê nirxand

Nivîskar û Aborînas Ehmed Pelda bal kişand ku şerê Hamas-Îsraîlê parçeyek ji şerê aborî yê hêzên navnetewî û herêmî ye. Li gorî Pelda di şerê herêmê de gelek planên Tirkiyeyê têk çûne.

Nivîskar Ehmed Pelda şerê aboriyê û bandora wê nirxand
4 ÇILE, 2024   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN 
GÎVARA ŞÊX NÛR

Di civîna G20’an ku di 9′ê Îlona 2023′yan a li Hindistanê hatibû lidarxistin de, projeya “korîdora nû ya aboriyê” hatibû ragihandin.  Li gorî projeyê korîdor ji Hîndîstanê destpê dike, di Kendava Erebî û Îsraîlê re derbas dibe û digihîje Ewropayê.

Proje piştî lihevkirina di navbera serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokwezîrê Hinistanê Narendra Modi û Mîrê Erebîstana Siûdî Mihemed Bin Selman de hatibû ragihandin.

Piştî îlankirina projeyê li Rojhilata Navîn aloziya siyasî, leşkerî û aborî zêdetir bû; di navbera hêzên tesîra wan li ser herêmê heye de rikberî mezintir bû. Proje wekî alternatîfa rêya Hevrişîmê hatibû nirxandin. Lewma hêzên li ser rêya hevrişîmê dijberiya xwe nîşan da. Bi taybetî hewldanên Tirkiye û Îranê zêdetir bûn. nirxandinên wekî, “Cihê stratejîk ê Tirkiyeyê êdî namîne” hatin kirin. Serokomarê Tirk R. Tayip Erdogan jî got, “Bêyî me proje nabe”. Piştî demekê jî li şerê Azarbaycan-Ermenîstanê yê li devera Karabaxê çê. Herî dawiyê jî şerê Hamas-Îsraîlê derket.

Çavdêrên siyasî û aborî van geşedanan hemuyan wekî “hevrikiya xetên aboriyê” dinirxînin.

‘PROJEYÊN STRATEJÎK ÊN ÇÎNÊ HENE’

Têkildarî mijarê nivîskar û aborînas Ehmed Pelda ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku projeyên rêyên bejahî û hesin (trênê) projeyên statejîk in, bi taybet li gel Çînê planên der barê vê yekê de hene ku têkiliyên xwe bi Ewropa û Afrîkayê re xurt bike.

Pelda destnîşan kir ku yek ji projeyên Çînê di sînorê Kazaxistanê, Rûsya û Ukraynayê re derbas dibe û digihîje Ewropayê. Her wiha projeyek din ji Efganistan destpê dike û di Îran, Iraq û Sûriyeyê re derbas dibe û bi rêya Deryaya Spî digihîje Bakurê Afrîkayê. Ehmed Belda serdana Beşar Esed a Çînê bi vê projeyê ve girê da û got: “Beriya wê jî hevdîtin li Sûriyeyê pêk hatin û bi wê re gelek peymanên nepenî hatin îmzekirin. Îranê jî bi 25 salan peymaneke stratejîk ên teknolojî, rê û endustiya petrole bi Çînê re îmze kirin.”

‘PROJEYÊN DYA Û YE’YÊ’

Pelda bal kişand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Yekîtîya Ewropayê (YE) li hemberî projeyên Çînê piştgirî da Hindistanê ku heqdestiya karkeran li wir kêm û xwestiye Hindistanê veguhere navendeke aborî ya nû û altarnatîfê Çînê. Pelda diyar kir ku DYA û YE’ê her wiha hewl dane rêyên stratejîk li gel Hindistanê re werin avakirin û projeya korîdora nû ya aboriyê ku ji Hinistanê destpê dike û di ser Erebistana Siûdî û Îsraîlê re derbasî Ewropayê dibe wekî encama vê hewldanê nîşan da.

Pelda anî ziman ku dê rola vê korîdorê ew be ku Riyad û dewletên Kendavê nêz bike, her wiha welatên Ereban û Til Avîvê nêz bike. Ehmed Pelda da zanîn ku DYA li aliyekê jî dixwaze bazirganiya gaza xwezayî ya li Deryaya Spî bi rêya Îsraîlê, başûrê Qibirsê û Misirê bide meşandin. Pelda bal kişand ku ev proje stratejîk in û dewletên navborî dixwazin li Derya Spî serwer bibin.

Pelda destnîşan kir ku ger projeya korîdora bejahî ya aborî bi ser bikeve, dê dewletên Kendava Erebî, bi taybet Qeter bikare gaza xwe bi buhayekî bilind bifiroşe, ji wê zêdetir jî petrola wê di vê xetê re derbas bike, lewma pêdiviya wan bi gaz û petrola Rûsyayê namîne û dê ev korîdor bibe altarnatîfa rêya hevrişmê ya Çînê.

PÊWENDIYA PROJEYÊ Û ŞERÊ HAMAS-ÎSRAÎLÊ

Nivîskar anî ziman ev korîdor gaveke stratejîk a mezin e û wiha axivî. "Ji lewre divê em astengiyên li pêşiya vê projeyê derdikevin binirxînin. Rola Îranê di astengkirina pêkanînê de mezin bû. Têkiliya Tehranê bi Hemas û Hizbullah a Lubnanê re xurt e û hêza Îranê li Sûriye û Iraqê heye."

Ehmed Pelda destnîşan kir ku Îranê bi rêya wekîlên xwe hewl daye rewşa li herêmê aloz bike û şerê di navbera Hemas û Îsraîlê jî wekî şerê astengkirina projeyê nirxand. Pelda diyar kir ku yek ji sedemên şer jî astengkirina hewldanên normalîzekirina pêwendiyên Erebîstana Suudî û Îsraîlê ye. Li gorî nivîksar ger normalîzekirin çêbibûya, dê Siûdiyê bi Îsraîlê îtîraf bikira û têkiliyên xwe yên stratejîk û leşkerî bi Til Avîvê re xurt bikirana.

Nivîskar anî ziman ku şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de bandor li raya giştî ya cîhanê û Ereban kiriye, lewa Riyad û Til Avîvê nekariye pêwendiyan normalize bikin û ev jî encama bandora Îranê ye.

‘PLANÊN TIRKIYEYÊ TÊK ÇÛN’

Ehmed Pelda bal kişand ser bandora projeya nû ya li ser Tirkiyeyê û pêwendiya wê ya şerê Hamas-Îsraîlê re wiha şîrove kir: “Tirkiye korîdora nû ku ew di nav de nîn e red dike.  Projeya korîdora nû ya aboriyê bi projeya geşkirina Iraqê re hevrik e. Bi vê projeya Iraqê re Tirkiyeyê dixwest Kendavê bi Tirkiye û Ewropayê ve girê bide. Ew yek bi rêya trênê û rêya beravên li Îmarat, Qeter û Iraqê wê çibibûya. Dihat plankirin ku projeya rêya ′geşkirina Iraqê′ ji Besra destpê bike û di ser Mosil û Kerkûkê biçe Tirkiyeyê. Bi vê yekê re Tirkiyeyê dixwest Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji hev qut bike û têkiliyên Tirkiyeyê bi rêya vê projeyê bi dewletên Ereban re xurt bike.”

Pelda daxuyand ku ev proje tenê taktîkî bû û pêkanîna wê ne guncaw bû; ji ber ku fînansekirin û pêkanîna wê diviyabû ji aliyê dewletên hegemon ve bihate erêkirin. Lê ne Îran, ne dewletên Kendavê, ne DYA′yê û ne jî Çînê proje erê nedikir.

‘HEWLDANÊN TIRKIYEYÊ HATIN ASTENGKIRIN’

10 roj piştî  ragihandin projeya korîdora nû ya aboriyê di 19′ê Îlonê de hêzên Azerbaycanê êrişî Qerebaxê kirin. Li gorî nirxandinan armanc ji êrişê ew bû zextek li ser Ermenistanê were kir ku korîdora Zangenzo ya ku Tirkiyeyê bi Azerbaycanê ve girêdide were vekirin. Lê pêşniyara Tirkiyeyê ji aliyê Îranê ve hate redkirin.

Korîdora Zangenzo ya ku dê Azerbaycan û Tirkiye bi hev ve girê bide û Tirkiyeyê bigihîne Asyaya Navîn ne heta niha pêk nehatiye. Li gorî nivîskar Ehmed Belda, Îranê ew yek red kir. Her wiha lihevkirinên leşkerî yên navbera Fransa û Ermenistanê, tatbîqatên leşkerî yên DYA û Ermenistanê jî bi armanca astengkirina vê plana Tirkiyeyê bûn.

Nivîksar û aborînas Ehmed Pelda destnîşan kir ku Washingotin û Parîs hewl didin piştgiriyê bidin Erîvanê da ku vekirina korîdora Zangenzo erê neke û Tirkiye li wir nebe dewleteke bihêz. Li gorî Pelda Îsraîl jî têkiliyên xwe bi Azerbaycanê re xurt dike ku têkiliyên di navbera Baku û Enqereyê de mezin nebin.