ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-1-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-1-2024
4 ÇILE, 2024   02:00

Pêkhateyên kantona Minbicê diyar kirin ku ji ber ku dewleta Tirk di têkbirina projeya ‎Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bi ser neket, êriş herêmê dike. Pêkhateyan soz dan ku li ‎hember êrişan di xendeqekê de li ber xwe bidin.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pakîze, Sêvê û Fatme; her yek ji wan xwedî peyameke têkoşînê bû ku digihandin jinan û civakê. ‎Kongra Star soza şopandina rêya wan û pêkanîna armancên wan da.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Îran û dewleta Tirk a dagirker hewl da projeya ′korîdora nû ya aboriyê′ ku başûrê Asya û ‎Ewropa bi hev ve girê dide, bi gurkirina şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de asteng bike, bi wê re ‎dîmen girêk bû û hevsengî hatin guhartin.‎

Ji gelek malbatên Hemasî yên bi destê dewleta Tirk li Efrînê hatine bicihkirin, navên 35`an hatin ‎zanîn. ‎

Endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê Elî Rehmûn diyar ku kongreya hêzên nîştimanî yên ‎demokratîk ên Sûriyeyê dê biharê li dar bikeve.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiyên ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li parka giştî ya Eyn Îsayê di roja xwe ya duyemîn a dawî de dewam dikin, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA