Çeteyan li Sirrinê êriş kir, şervanan bersivên tund dan

Komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê li bajarê Sirrînê bi çekên  giran êriş pêk anîn. Şervanên QSD, YPG û YPJ’ê bersivên tund dan û derbeyên giran li wan xistin.

Çeteyan li Sirrinê êriş kir, şervanan bersivên tund dan
22 ÇILE, 2026   13:58
KOBANÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, komên çeteyan ên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê û dewleta Tirk, îro (22 Çile) serê sibehê bi topên obus, tang û gelek çekên giran êrişî bajarê Sirrînê kirin. Li ser êrişan şervanên QSD, YPG û YPJ’ê bersivên tund dan û pevçûn derketin. 

Di encama pevçûnan de wesayîteke ku çeka doçka li ser bû, 2 motorsiklet, wesayiteke bi zirx hatin hilweşandin û gelek çek hatin desteserkirin. Her wiha gelek çete hatin kuştin.

(a)

ANHA