Hegseth: Agirbesta di navbera Washington û Tehranê de hîn jî didome

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth diyar kir ku agirbesta di navbera DYA û Îranê de didome û fikarên têkildarî bûyerên leşkerî yên sînorkirî û cuda cuda yên di navbera her du aliyan de kêm kir.

Hegseth: Agirbesta di navbera Washington û Tehranê de hîn jî didome
7 hezîran, 2026   20:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî CNNˊê, Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth li Fransayê tev li merasîma bibîrana Şerê Cîhanê yê Duyemîn bû û beriya ku ji Fransayê derkeve ji rojnamevanan re got ku agirbesta di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de "bi hêz berdewam dike".

Wezîrê Parastinê fikarên têkildarî rageşiya leşkerî ya berdewam a di navbera hêzên Amerîkî û Artêşa Pasdaran a Îranê de kêm kir û nîşan da ku ev bûyer nayê wateya hilweşîna agirbestê.

Hegseth da zanîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump berê îhtîmala bûyerên qutqutî di dema agirbestê de qebûl kiribû û diyar kir ku rêveberiya Amerîkayê hewlên xwe ji bo gihîştina peymanek aştiyê ya mayînde didomîne.

Hegseth destnîşan kir ku danûstandin bi awayekî çalak berdewam dikin û welatê wî texmîn dike ku "peymanek mezin û baş" di demek nêz de pêk bê.

(fr)