Li Scotlandê Kurdan komînên xwe ava kirin

Navenda Kurdî ya Scotland li Scotlandê li hev civiyan û li gorî pêvajoya nû sîstema komunên xwe ava kirin.

Li Scotlandê Kurdan komînên xwe ava kirin
7 hezîran, 2026   20:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Komala Kurda ya Scotland kongreya 10’emîn a xwe lidar xist. Sîstema nû ya kombûn ava kir.

Bi tevlîbûna hemû Kurdistaniyan kongre bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre heval Seyîd li ser pêvajoya nû û sîstema komûnan nirxandin kir.

Piştî wê dîwana kongreyê hate hilbijartin. Piştre jî peyamên saziyên PÎR-DER, MLKP û rêxistinên jinan hatin xwendin.

Piştre ji dîwanê Hevalê Zinar dest bi nirxandinên siyasî kir û bal kişand ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo 27’ê Sibata 2025’an ragihandî kir.

Piştî nirxandinan raporên xebatê hatin xwendin û hatin pejirandin. Piştre ji bo rêveberiya komûnan namzet hatin diyarkirin û deng hatin dayîn.

Di çarçoveya rêxistinbûnê de li Scotlandê zêdetirî 10 komun hatin avakirin. Piştre jî hevberdevk hatin hilbijartin û sond xwarin.

Kongre bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û Bê Serok Jiyan Nabin’ bi dawî bû.