‘Divê êdî mafê hêviyê were dayîn’

Jinan destnîşan kir ku divê mafê hêviyê bidin Rêber Abdullah Ocalan û bi fîzîkî azad bibe.

‘Divê êdî mafê hêviyê were dayîn’
29 adar, 2026   05:10
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Jinan têkildarî tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan metirsiyên xwe anîn ziman û got em têkoşîna xwe zêdetir bilind bikin.

Jinan ji bajarê Dirbêsiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivîn.

Raziya Îbrahîm got: “Rêber Abdullah Ocalan ev bûye zêdetirî 27 salan ku li girava Îmraliyê girtiye. Şert û mercên li Îmraliyê bandoreke mezin li tenduristiya Rêbertî dike.”

Sîham Elî rastiya mafên mirovan rexne kir û wiha got: “Girtina Rêbertî bi salan û mafê hêviyê nedayîn ji mafên mirovan dûr e. Ez bang li gelê Kurd dikim têkoşîn û çalakiyên xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xurttir bikin. Her wiha rojnamevan, nivîskar û rewşenbîr dikarin dengê Rêbertî bigihînin tevahiya cîhanê û jin jî çalaktir tev li vê têkoşînê bibin.”

Seîda Ehmed têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê metirsiyên xwe wiha anîn ziman: “Şert û mercên Îmraliyê neyînî bandorê li tenduristiya Rêbertî dike. Divê rêxistinên hiqûqî destwerdanê bikin û rewşa tenduristiyê ya Rêbertî lêkolîn bikin.”

ANHA