Heftename: Şam gurkirina aloziyê berdewam dike

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de bal kişand ser gurkirina aloziyê ji hêla hikumeta demkî ve, texmînên vejandina DAIŞˊê û avakirina bloka herêmî ya nerm li Rojhilata Navîn.

Heftename: Şam gurkirina aloziyê berdewam dike
25 ÇILE, 2026   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên hefteya borî de behsa rewşa li Sûriyeyê, bandorên pêşdeçûnan li ser çalakiyên çeteyên DAIŞˊê û avakirina bloka herêmî ya nerm kir.

ˋHIKUMETA DEMKÎ GURKIRINA ALOZIYÊ BERDEWAM DIKEˊ

Rojnameya El Ereb a Londonê behsa peymana 18ˊê Çileyê kir û bi bîr xistin ku "Dema hikumeta demkî daye aşkera dike ku lihevkirina pêşkêşkirî tenê komek şertên din e, ku armanca wê bihêle Kurd herêmên di bin serweriya xwe de ji wê re bihêlin."

Rojnameyê da zanîn ku "Ev yek tê awayek pratîka jevkirina Rêveberiya Xweser û bidawîkirina hêviyên rêveberiyeke xwecihî. Ragihandina peymanê hemwextî şandina Şamê ji hêzên leşkerî yên mezin re li derdora Hesekê pêk hat" ev nîşaneyek e ku hikumet ber bi rageşiyê û berdewamkirina êrişan ve dehf dide.

TEXMÎNÊN JI BO VEJANDINA DAIŞˊÊ

Rojnameya El Exbar a Lubnanê da zanîn ku nîşaneyên heyî yên meydanî diyar dikin ku qonaxa heyî, li gel bêdengiya navneteweyî û Amerîkayê li hember êrişên komên hikumeta demkî li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk, pir hesas e.

Rojnameyê anî ziman ku derketina çeteyên DAIŞˊê ji girtîgehên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de mîna li Şedadê û kampan di serî de kampa Holê xeteriyeke ewlehî ya mezin e.

Rojnameyê destnîşan kir ku ev data derî li pêş jinûve zîndkirina DAIŞˊê û vegera kaosê li Rojhilata Navîn vedike û da zanîn ku "Hiştina Amerîkayê ya Hêzên Sûriya Demokratîk û piştgiriya desthilata Ehmed El Şeri valahiyek ewlehî vekir ku DAIŞˊê wê sûdê jê bigire."

AVAKIRINA BLOKEK HERÊMÎ YA NERM LI ROJHILATA NAVÎN

Rojnameya El Nehar a Lubnanê diyar kir ku şêwirên Misr-Yewnanistan-Qubrisê nîşan didin ku wê blokeke herêmî ya nerm li Rojhilata Navîn were avakirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku civîna şêwirê ya 3 dewletan li Qahîreyê di çarçoveya pêşxistina mekanîzmaya hevkar û teqeziya rola Qahîreyê ya hevkariya siyasî, aborî û ewlehiyê de ye. Şîrovekaran diyar kir ku ev hevkarî modela hevkariyê ya li ser bingeha qanûna navneteweyî û diyalogê, li hember siyasetên ferzkirina defaktoyê ya li herêmê ye.

(fr)