Heftename: Metirsî hene Sûriyeyê mîna Efganistanê bibe

Çavdêran metirsiyên xwe der barê Sûriyeyê bibe Efganistana duyemîn nîşan da û diyar kir ku moedela desthilata El Colanê ji aliyê Sûriyeyiyan ve nayê qebûlkirin.

Heftename: Metirsî hene Sûriyeyê mîna Efganistanê bibe
26 ÇILE, 2025   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de behsa metirsiyên têkildarî pêkanînên rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li Sûriyeyê û siyaseta rêveberiya nû ya Trump kir.

SÛRIYE Û MODELA EFGANISTANÊ

Rojnameya El Ereb bal kişand ser siberoja Sûriyeyê û metirsiyên ku Sûriye bibe Efganistan.

Hate gotin: “Tevî ku rêveberê rêveberiya nû ya Sûriyeyê Ehmed El Şerî (Colanî) gotibû dê Sûriye nebe Efganistan û rewşa her du welatan pir ji hev cuda ne, lê metirsî hene ku modela Efganistanê li Sûriyeyê were pêkanîn.”

Rojnameyê destnîşan kir ku heya niha hewldan û peyamên El Colanî bi kêmanî dilê pir kesan ji nêzîkatiyên rêveberên Sûriyeya nû rihet nekir. Hate diyarkirin ku pir kes bi fikar in ku welat ji dîktatoriya Baasê veguhere dîktatoriyeke olî ya populîst.

Rojnameyê îşaret pê kir ku modela rêveberiyê ya Ebû Mihemed El Colanî û hevalên wî xeyal dikin pêk bînin, dê ji aliyê sûriyeyiyan ve neyê qebûlkirin û wiha hat domandin: "Ya ku niha em dibînin qonaxeke demkî ye ku dê bi lez û bez ji holê rabe, nemaze ku rûyên ji "hikumeta Idlibê" tên da ku rêveberiya nû ya Sûriyeyê bikin. Ji bilî Meysa Sabirîn a ji bo rêveberiya Banka Navendî ya Sûriyeyê hate tayînkirin, heya niha rêveberên derveyî vê komê cihê xwe di rêveberiya nû de negirtiye. Sedema tayînkirina Maysa Sabrîn ji bo wê peywirê jî ew e ku tu kadroyên wan tune ne ku bikarin vê bi vê peywirê rabin. Sedema din jî ew e ku bi tayînkirina Meysa Sabrîn cihek peyda kirin ku îdiaya rêzgirtina jinan bikin."

TRUMPÊ DUYEMÎN

Rojnameya El Xelîc di gotara xwe sereke de nivîsî: "Eşkere ye ku Trump hewl dide mohra xwe li ser `Pêşî Amerîka` û ‘Dîsa Bihêz’ bihêle, û hemû destkeftên rêveberiyên berê yên ku ew wan weke binkeftin bibîne, ji holê rake, weke ku ew ji sifirê bi rêvebiriyek nû û bernameyeke û ya kar ji ya rêveberiyên berê cudatir dest pê dike."

Rojnameyê her wiha nivîsî ku "Trumpê duyem ne Trumpê yekem e, belkî ew kopiyeke pêşketî be ku mîrateya çar salaê tawanbarkirin û helwestên li dijî wî hilgirtiye. Hatiye ji her kesên ku li hember wî rawestiyane bêje: Min hûn têk birin... Ez ê yekem im."

XEZA-CENÎN: DERENCEYA QIRKIRINÊ YA ÎSRAÎLÊ!

Rojnameya El Quds El Erebî têkildarî rageşiya Îsraîlê ya li Cenînê ya Filistînê wiha nivîsand: "Ev rageşî di çarçoveya lîstokên siyaseta navxweyî ya hikumeta Netenyahu û têkiliyên wî yên li gel Amerîka û hêzên rojavayî de tê kirin. Dibe ku stratejiya Netenyahu û hevkarên wî siyaseta xwe li ser ava kiriye, ne ew e be ku Şerîda Rojava û Xezayê îlhaq bikin û projeya siyasî ya Filistînê betal bikin. Operasyonên leşkerî yên Îsraîlê û pankartên wê yên têkildarî mafên parastina rewa ku li Xezayê hildide, her wiha îdiayên wê yên têkbirina terorê û qedandina alîgirên Îranê, tenê ji bo rewakirina operasyonên li Şerîda Rojava ne. Lê çarçoveya pêkanîna vê stratejiyê jenosîd û qirkirina etnîk e.”