Di rojnameyên Erebî de çarenûsa Quneytera û xwepêşandanên Iraqê

Piştî bidawîbûna operasyona Derayê, hêzên rêjîmê û Rûsiyêa bi destura Îsraîlê eniyek li Quneytera vekirin. Li aliyekî din mûxalefet û Îran li ser derxistina niştecihên Fûa û Kefreya lihev kirin. Li Iraq jî xwepêşandanên gelê ên hilweşandina rêjîmê berfireh dibin.

Di rojnameyên Erebî de çarenûsa Quneytera û xwepêşandanên Iraqê
22 tîrmeh, 2018   04:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Quneytera, derxistina sivîlan ji Fûa û Kefreya, Kongreya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, xwepêşandinên gel li Iraq, her wiha civîna Putin û Trump li Hiliskî mijarên rojnameyên ereban ên hefteya derbasbûyî bûn.

Rêjîm û Rûsiya sere Quneytera didin destpêkirin

Rojnameyên Erebî diyar kirin ku rêjîm û Rûs bi erêkirina Israîlê şerê Quneytera dane destpêkirin. Rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê "Rûsiya bi erêkirina Îsraîlê şerê Quneytera da destpêkirin" weşand û got, "Hêzên hikumeta Sûriyê bi desteka esmanî ya Rûs operasyona xwe li başûrê rojavayê welat da destpêkirin, cara yekemîn li parêzgeha Quneytera ya li beramberî Colan a ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagirkirin. Agahî hene ku çend bajarok girtiye."

Rojnameyên Erebî her wiha bal kişandin ser lihevkirina Îran û çeteyên Cebhet El-Nusra li ser derxistina şêniyan ku Fûa û Kefereya. Derbarê vê yekê de Rojnameya El-Heyat sernavê "Îran û Opozisyona Sûriyê li ser derxistina niştecihên herdu gundan li hev kirin" da û got ku çavakaniyên ji muxalefeta Sûriyê diyar kir ku di navbera pasedarên Îran û opozisyona Sûriyê li ser derxistina bi hezaran kes ji herdu gundan lihevkirin çêbûn, li beramberî serbestberdana bi sedan girtiyên di girîgenên dewletê de.

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat jî der barê kongreya MSD'ê de ku duh li bajarê Tebqayê hate lidarxistin, sernavê "Meclisa Sûriya Demokratîk hewl dide rêveberiya bakurê rojhilatê Sûriyeyê ava bike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku sîwana siyasî ya QSD'ê ku kurd rêveberiya wê dikin, roja duşemê hewl da ku rêveberiya yekbûyî ya herêmên ku di bin rêveberiya wan de ye, ava bike û wiha dom kir: "Ev gav dibe ku hebûna wan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hêztir bike. Plana wan ku di kongreya MSD'ê hate sazkirin ku hejmarek rêveberiyên herêmî yên heyî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê di bin yek banî de bikin yek. Îlham Ehmed ku yek ji beşdarên serokatiya meclisê ye, der barê mijarê de got ku rêveberiya dê were avakirin, ji bo koordîneya di navbera herêman de ye û ji bo xizmetguzariyê ye, ji ber hin valatî hene. Bi vê yekê jî dê pêdiviyên hemû herêman pêk werin."

Rojnameyên erebî her wiha behsa gelek mijarên girîng ên girêdayî aloziya Sûriyeyê kir û bi taybet der barê rewşa li başûrê Sûriyeyê, rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir "Rûsya pêkanîna hevpeymana bidawîkirina pevçûnan li Colanê ferz dike". Rojnameyê belgeyên hevpeymanê di navbera Şam û tabûrên opozîsyonê yên li gundewarê Quneytera de belav kirin û diyar kir ku asayîşa Rûsya dê li rex hêzên hikumetê li devera Til El-Hara ya stratejîk belav bibe da ku hevpeymana bidawîkirina pevçûnan a di navbera Şam û Til Evîvê de ya sala 1974'an were pêkanîn.

Iraq

Rojnameya El-Ereb jî der barê rewşa Iraqê de sernavê "Tundiya li dijî çalakvanan, hêza civakî ya Ebadî  belav dike" avêt. Rojnameya El-Şerq El-Ewsat jî derabrê mijarê de sernavê "Rayedarên Iraqê bi hêzê çalakiyên gel belav dikin. Çalakiyên ku ev deh roj in dewam dikin xurttirîn çalakiyên ji sala 2003’yan ve ne ku li Iraqê pêk tên."

Rojnameya El-Heyat jî der barê mijarê de sernavê "Bi çalakvanan re tundî hate bikaranîn, hikumeta Iraqê amadekariya hesabpirsînê ji berpirsiyaran dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hikûmeta Heyder Ebadî amdekariya avêtina berpirsên paya bilind ji wezaretên Îraqê dike û wan dewrî dadgehê dike û wiha dom kir: "Çalakiyên gel hîn jî didomin û di encamê de kuştî û birîndar çêbûne."

Iraqî banga hilweşandina rêjîmê dikin

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameyên Erebî behsa xwepêşandanên li Iraqê kir. Rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Iraqiyan daxwazên xwe bilind kirin; gel dixwaze rêjîm hilweşe." Rojnameyê diyar kir ku xwepêşandêrên Iraqê asta daxwazên xwe bilindtir kir û durişma "Gel dixwaze rêjîm hilweşe" qîriyan.

Rojnameyê destnîşan kir ku xwepêşandanên li Iraqê firehtir dibin û duh li bajarên wekî Semawa, Nasriyê, Necef û Bexdayê xwepêşandanên mezin hatin lidarxistin û xwepêşandêran tê de banga hilweşandina partiyên siyasî kir.

Filistîn

Der barê rewşa Filistînê de rojnameya El-Ereb sernavê "Hemas nêrîna Misrê ya ji bo lihevanîna Filistînî, qebûl kir" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku çavkandiyên Filistînê xwedî agahî diyar kir Hemas pêşniyarên Misrê yên der barê lihevhatina filistîniyan de qebûl kiriye.

Rojnameya El-Heyat jî der barê rewşa Filistînê de sernavê "Filistînî daxwaz dikin ku hêzên navdewletî zextê li Îsraîlê bikin ku careke din deriyên Kerem Ebû Salim vebike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Îsraîl derî girt û rê girt ku alîkarî û madeyên jiyanî derbasî aliyê Filistnê bibe.

Civîna Trump û û Pûtîn

Rojnameyên ereban bal kişand ser civîna Pûtîn û Trump û wiha got: "Civîna Helsînkî... Destpêka danûstandinên tengkirina nakokiyan e" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got civîna Helsînkî ku duh hate lidarxistin, tu tiştên taybet bi xwe re neanî û wiha dom kir: "Lê nameyeke zelal der barê destpêkirina danûstandinan de di navbera Amerîka-Rûsya de hate kirin da ku nakokiyên di navbera her du aliyan de teng bikin.

Rojnameya El-Ereb jî der barê mijarê de sernavê "Trump û Pûtîn der barê dosyayên Sûriyeyê û Îranê de li hev kir" avêt. Rojanemeyê got ku serokê Amerîkayê û Rûsyayê di civîna çapemeniyê de got ku di navbera wan de nîqaşên girîng pêk hatin, di civîna wan de jî nîqaşên der barê mijarên din de jî hatin kirin."

ANHA