Mijarên sereke yê di rojnameyên Erebî de derketin pêş

Rêjîma Sûriyê û çeteyên DAIŞ‘ê bi sponseriya Rûsya li hev kirin, li gorî lihevkirinê çeteyên DAIŞ‘ê dê biçin bejahiya Sûriyê (Badiya).Di heman demê de, Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê Çemê Firatê ji çeteyên DAIŞ‘ê didome. Li Tirkiyê jî di encama polîteyên şaş ên Erdogan kirza aborî kûr dibe û lîreya Tirkî têk dike.

Mijarên sereke yê di rojnameyên Erebî de derketin pêş
27 gulan, 2018   04:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Îtîfaqên di navbera rêjîma Sûriyê û çeteyên DAIŞ‘ê li başûrê Şamê ku bi sponseriya Rûsye birêve diçe, vekişandina Îran ji hin deveran û li Iraqê hevgirtinên piştî hilbijartinan, her wiha qeyrana aborî li Tirkiyê wekî mijarên sereke yên rojnameyên Erebî yên di hefteya derbasbûyî de derketin pêş.

Rêjîm û DAIŞ li hev kirin

Itîfaqa di navebera rêjîma Sûriyê û çeteyên DAIŞ'ê de wekî mijarek serke derkete pêş.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê sernavê "DAIŞ ji başûrê Şamê diçe çolistana Sûriyê" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku derxistina çeteyên DAIŞ ji bargeha wê ya dawî li başûrê Şamê ber bi çolistana Sûriyê ve destpê kir û ev tişt derbarê mijarê anî ziman, "Ev li gorî itîfaqa ku piştî çend mehan ji şerên dijwar pêk hat, hêzên rêjîmê ew hîn tekez ne kiriye. Li gorî itîfaqê şerê li kampa Yermûk û taxa Tedamin a li nêzî herêmê rawestiya ye."

Lihevkirin bi sponseriya Rûsya pêk hat

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset mijareke din girêdayî Sûriyê sernavê "Di êrîşa DAIŞ'ê ya li colistanê 26 leşkerên rêjîma Sûriyê û Îranê hatin kuştin" avêt. Rojnameyê da zanîn ku di êrîşa duh a DAIŞ'ê ku li dijî hêzên rêjîmê pêk hat, herî kêm 26 leşkerên rêjîmê û çekdarên girêdayî wê hatin kuştin û wiha dom kir: "Mudîrê Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdulrehman derbarê mijarê de ji ajansa Firansî re axivî û wiha got: "DAIŞ piştî teqandina tirmpêlekê  li dijî komeke hêzên rêjîma Sûriyê êrîş pêk hat. Pişt re jî şer derket. Şer hîn jî didome. Çeteyên DAIŞ'ê bi dizî ketin herêmên rêjma Sûriyê ya li rojhilatê SÛriyê ya Sûriyê."

Îran ji bargeheke li başûrê Sûriyê vekişiya

Rojnameyên ereban derbarê vekişîna hêzên Îranê ya ji bargehên li başûrê Sûriyê jî nivîsên cûda weşandin. Rojnameya El-Qudis El-Erebî derbarê mijarê de sernavê "Çekdarên girêdayî Îranê xwe ji başûrê Sûriyê vekişandin..26 kuştiyên rêjîmê" avêt. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê de sernavê "Vekişîna Îranê ji bargehên başûrê Sûriyê" avêt. Rojnameya El-Ereb jî derbarê mijarê de sernavê Çekdarên Îranê ji Dera derketin: Cihê xwe guheritn, an destpêka vekişîna ji Sûriyê ye" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku çavkaniyên ji hêzên girêdayî Îranê xwe ji herêmên parêzgeha Dera ya başûrê Sûriyê vekişaqndin û berê xwe dan bargehên leşkerî yên girdayî rêjîma Sûriyê yên li dawiya Dera û paytexta Sûriyê û wiha dom kir: "Ev vekişîna Îranê di dema ku zext li wan tê kirin ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîn in. Di demên dawî de Rûsiya jî dengê xwe tevlî aliyên ji Îranê dixwaze ji Sûriyê derkeve."

Hikûmeta Sûriyeyê: Îran û Hizbullah dê di Sûriyeyê de bimînin û Tirkiye dagirker e

Rojnameyên Ereb di hefteya derbasbûyî de behsa hebûna Îranê, Hizbullah û Tirkiyeyê di Sûriyeyê de kirin. Di vê çarçoveyê de rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Dîmeşq: vekişandina Îranê ne hatiye pêşniyarkirin". Di nivîsa rojnameyê de wiha hate gotin: "Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Feysel El-Miqdad mijara vekişandina hêzên Îranê ji Sûriyeyê red kir û duh wiha gotiye ku mijara vekişandina hêzên Îranê û Hizbullah ji Sûriyeyê ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve nehatiye nîqaşkirin. El-Miqdad bang li hêzên dost û alîgir kir ku alîkariya wan di şerê li dijî terorê de bikin.." ev mijar piştî axaftina serokê Rûsyayê Viladîmêr Potîn di hefteya borî de ya vekişandina hêzên biyanî ji Sûriyeyê, derket holê.

Tirkiye hewl dide kirasê Cebhet El-Nusra biguherîne

Rojnameya El-Erebî got ku Cebhet El-Nusra dê xwe li Idlibê bi sopnseriya Tirkiyeyê bihelîne. Rojnameyê li ser navê fermandarê giştî yê "Tevgera Tehrîr Weten" Fatih Hesûn got ku ji bo helandina Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) de danûstandin bi sponseriya Tirkiyeyê tên meşandin.

Bagera Cizîrê

Li ser rewşa meydanî ya Sûriyê jî rojnameya El-Heyat sernavê "Bagera Cizîrê ber bi bargeha dawî ya DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê ve diçe" avêt. Rojnameyê li ser zimanê Berdevka Fermî ya Hemleya Bagera Cizîrê Lîlwa El-Ebdulah destnîşan kir ku çalakiyên wan ên leşkerî li rojhilatê Firatê ji bo têkbirina DAIŞ'ê didome û wiha dom kir: "Lîlwa got ku tê payn ku em di demeke nêzîk de agahiya rizgarkirina tevaî Bakurê Sûriyê ji we re ragihînin."

Hilbijartinên Iraq

Rojnameya El-Qudis El-Erebî derbarê hilbijartinên Iraqê gotareke xwe wiha bi nav kir "wekheviya nêrînan di navbera  Ebadî û El-Sedir de.. partiya El-Malikî jî venagere desthilatdariyê". Rojnameya El-Ereb jî wiha got: "guhertina dîmena siyasî ya Îraqê mijara heyî ye û Îran hewl dide encamên wê bêbandor bike."

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî gotareke xwe wiha bi nav kir "Şerê bilok û aliyan avakirina hikûmeta El-Sedir asteng dike." Rojnameyê diyar kir ku evan bilokên ku hewl didin para herî mezin werbigirin ji çarçoveya 5 bilokên Şîayî dernakevin (Saîron bi serokatiya El-Sedir 54 kursî, El-Fetih bi serokatiya El-Amirî 47 kursî, El-Nesir bi serokatiya El-Ebadî 42 kursî, Dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî El-Malikî 25 kursî û El-Hikmê bi serokatiya El-Hekîm 22 kursî).

Rojnameyê got ku bilokên herî nêz ji koalîsyonê re di navbera bilokên Şîayî de yên Saîron û El-Nesir e û eger biloka El-Hikmê beşdarî vê biloka nû bibe pêdiviya wê dê bi aliyekî Erebî Sunnî û Kurdî hebe û mijara wan jî hêjî biryar nehatiye girtin."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset her wiha sernavê "Hikûmeta Iraqê komîteya lêpirsînê derbarê sexteyên di hilbijartian de ava kir" Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hikûmeta Iraqê komîteya lêkolînê ya lêpirsîna hilbijartinan ava kir.

Lubnan derbasî amadekirina kargeha nûneran û hikûmeta nû dibe

Girêdayî mijara Lubnanê, rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir "Cara şeşemîn Birî serokê parlemanê ye û El-Herîrî namzetê avakirina hikûmeta xwe ya sêyemîn e." Rojnameya El-Heyat jî sernavekî xwe wiha bi nav kir "El-Herîrî: Pêdivî bi biryarên wêrek û qanûna 10 da ku Sûriyeyê venegere heye." Rojnameyê diyar kir ku serokê hikûmeta birêvebirina kar a Lubnanê Seed El-Herîrî got ku Lubnan derbasî amadekirina kargeha nûneran û hikûmeta nû dibe û benda sereke çawa siyaseta parastin û aramiya ewlehî, siyasî û aborî dê were meşandin."

Amarîka û nûkleriya Îranê

Derbarê dosya nuklerî ya Îranê jî rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Amarîka hêza Îran û destwerdanên wê bi 12 şertan dorpêç kiriye" Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî derbarê mijarê sernavê "Amarîka gafan li Îranê dixwe ku cezayên li dijî wê zêde bike" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Amarîka zextên xwe yên li dijî Îranê zêde kirine û wiha dom kir: "Amarîka zextên malî ku beriya niha pêk ne hatine, li dijî Îranê da meşandin.  Wezîrê Karê Derve yê Amarîka da zanîn ku wê biryarên wan bihêle Îran gavan paş de bavêje.

Lîreya Tirkiyê hîn tê xwarê

Derbarê rewşa Tirkiyê de jî rojnameya El-Heyat sernavê "Lîreya Sûriyê ber bi paş de vedigere, metirsîn heye ku Erdogan siyaset darayî bixe destê xwe" Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Lîreya Tirkiyê daket asta xwe ya herî kêm.

Ji bo parstina Filistîniyan şêwir tên kirin

Derbarê rewşa Filistînê jî rojnameyan behsa meşên ku Îna duyemîn ji meha Remezanê hate lidarxistin kirin. Rojnameya El-Qudis El-Erebî derbarê mijarê de sernavê "Hejmara beşdarên meşên Xezayê kêm bûne…200 hezar kes vegeriyan Eqsa" avêt. Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê sernavê "Di hevdîtinên şêwirî yên ji bo parstina filistîniyan pêşketin pêk hatiye.. Şêwir ji aliyê Vîtoya Amarîka ve hatiye çemberkirin" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku di în duyemîn a meha Remezanê de derdora 200 hezar welatiyên Filistînê tevlî meşê bûn û wiha dom kir: " ji bo Filistînê projeyek ji bo parastina filistîniyan hate pêşkêşkirin, proje bi rêveberiya Kiwêt pêk hatin. Amarîka tekane endama di Konseya Ewlekariyê de ye ku ne bi biryarê re ye. Ewropa jî derbarê mijarê pêşniyar kir ku guhertin û sererastkirin derbarê mijarê de pêk werin."