YPG'ê soza dê Efrîn ji Tirkan re bike goristan da, Ebas siyaseta Xeza dide guehrtin.

Rojnameyên ereban tekez kirin ku geşedanên li herêmên Efrîn û Xûta Rojhilat ên Sûriyê di encama itîfaqa di navbera Rûsiya û Tirkiyê de pêk hatiye û dane zanîn ku YPG soz da ku dê Efrîn ji Tirkiyê re bike goristan. Rojnameyan her wiha destnîşan kirin ku PKK'ê gaveke bi zenebûn derbarê Şengalê de pêk anîn û rê li ber Tirkiyê girt ku êrîşî xaka Îraqê bike. Di rewşa Filistînê de jî rojnameyan destnîşan kirin ku Serokê Filistînê berê bi ragîhandina Xeza herêmeke serî li dijî wan hildaye ragihîne ve d

YPG'ê soza dê Efrîn ji Tirkan re bike goristan da, Ebas siyaseta Xeza dide guehrtin.
25 adar, 2018   07:39

NAVENDA NÛÇEYAN- Rojnameyên Ereban di hefteya derbasbûyî de rewşa Sûriyê û itîfaqa  di navbera Tirkiyê û Rûsiya wekî mijareke sereke girtin di nivîs û nirxandinên xwe de girtin dest.

Itîfaqa Rûsiya û Tirkiyê, sivîlên Sûriyê dibin qurbanî

Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê "Rewşa Efrîn û Xûta di encama itîfaqê de pêk hat" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de wiha got: "Pêşketinên meydanî yên li Xûta Rojhilat a Şamê û Efrînê ya Bakurê Sûriyê bi hev re pêk dihatin. Li ser vê yekê Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan derbarê mijarê de got ku itîfaqek heye ku Efrîn beranberî Xûta Rojhilat were dayîn  û da zanîn ku ev di encama itîfaqa di navbera Rûsiya û Tirkiyê de pêk hatiye. Li aliyê din Yekîneyên Kurdî soz da ku wê Efrînê ji Artêşa Tirk re bikin goristan û wê her bostek ji xaka Efrînê rizgar bikin."

Çekdarên Xûta beş bi bşe teslîm dibin

Rojnameya El-Erebî jî derbarê rewşa Sûriyê sernavê "Çekdarên Xûta ji koçberiya bi zorê re teslîm dibin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de wiha got: "Komên Opozisyona Sûriyê yên Xûta Rojhilat xwe li ber 2 bijartinan dî. Yek yan wê ji şertên rêjîmê û hevkarên wê re teslîm bibin. Yanî wê ber bi Idlibê ve werin koçberkirin, anî jî wê bikevin şerekî encama wê pêşinde diyar bû ye."

Fermandarên çeteyan rêveberiya hemleya dizî û talankariya pîlankirî dikin

Derbarê rewşa Efrînê jî rojanemeya El-Qudis El-Erebî derbarê mijarê de sernavê "Çalakvanên ereb ên Sûriyê hemleyeke li dijî tevlîheviya Efrînê û dizî û talanê, dan destpêkirin. Rojnameyê destnîşan kir ku komên çete yên girêdayî Tirkiyê hemleya dizî û talankariyê ya pîlankirî li Efrînê dan destpêkirin û wiha got: "Diziyên bi zanebûn hebû, fermandarên komên çete di nav de cih girtin."

Bexda mûçeyên herêmê dan

Derbarê rewşa Îraqê de jî rojnameyan di hefteya derbasbûyî de gelek mijar girtin dest. Rojanemeya El-Ereb de sernavê "Bexdad mûçeyên herêma Kurdistanê piştî destanîna ser dan." Rojnameyê derbarê mijarê de wiha got: "Hikûmeta Îraqê nêzî ku hemû heêrma Başûrê Kurdistanê bixe destê xwe. Ev yekem car piştî ku demeke dirêj pêk hat. Hikûmetê ragîhand ku ew ê mûçeyên memûrên hêrêma Kurdistanê bidin û balafirgehên ji bo seferên ezmanî vekir."

Gaveke zîrek ji PKK

Rojnameya El-Eereb derbarê mijarê ser sernavê "Kurd derfetê li pêşiya Tirkiyê li Şengalê digrin" rojnameyê derbarê mijarê de wiha got: "PKK hêzên xwe ji bjarê Şengal a Îraqê kişandin. Piştî ku Tirkiyê kefa ku dê êrîşa leşkerî pêk bîne hate kirin. Çavdêran ev gava PKK'ê bi gaveke zîrek pênase kirin û dane zanîn ku wiha rê li ber Tirkiyê hate girtin ku di Şengalê de destwerdanê bike."

Misr û Sûdanê nakokiên xwe kêm dikin

Rojnameyên ereban derbarê têkiliya di navbera Misr û Sûdanê jî de nûçe û nivîs weşandin. Rojnemaya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê de sernavê "Nexşeriyek di navbera Misr-Sûdanê ji bo parsitna têkiliyan" avêt. Rojnaeyê destnîşan kir ku beriya çend hefteyan biryara wê hate dayîn û wiha dom kir: "Serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî pêşwaziya Serokê Sûdanê Umer El-Beşîr kir.Ev ji aliyê gel ve jî erênî hate pêşwazîkirin."

Di navbera Hemas û hikûmeta Ebas de nakokî

Derabrê rewşa Filistînê jî rojnameya El-Heyat sernavê "Hemas li ber 2 pijarane yek Xeza teslîm bike, ya din ceza" avêtRojnameyê li ser zimanê Serokê Filistînê Mehmûd El-Elbas got ku Tevgera Hemaa ji hewldana kuştina serokwezîrê wî berpirsyare û da zanîn ku yekê Hemas û piraniya hêzn filistînî acizî kir.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê de sernavê "Tevgera Misrî ji bo rê li ber agîhandina Xeza wekî herêmeke aloziyê " bigre. Rojaneyê diyar kir ku berpirsyarek Filistînî ragîhandiye ku Serokê Filistînê Mehmûd Ebsd amadekariya ragîhandina Xeza wekî herêmeke li dijî hikûmetê rabûye ve diçe û wiha got: "Heger tevgera Hemas herêma Xeza bi temamî radestî hikûmeta Filistînê neke, wê ragîhîne. Heman berpirsyarî ragîhand ku Misr jî bo Ebas vê beriyê ranegihîne ketiye tevgerê."

Amarîka û Erebistana Siûdiyê li ser çareseriya siyasî ya Yemenê lihev kirine

Rojnameyên ereban li ser rewşa Yemenê nivîs weşandin. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derarbê mijarê de sernavê "Amarîka û Erebista Siûdiyê li ser çareseriya siyasî li Yemenê lihev kirine" avêt. Rojnameyê derabrê mijarê de wiha got: "Emîrê Erebistana Siûdiyê Mihemed Bin Selman û Serokê  Dewletên Yekbûyî yên Amarîka Doland Turap di hevdîtinekê de du roj berê liehv kirin ku çareseriya siyasî li Yemenê lihev kirin."

Nakokiyên Rûsiya û Birîtaniya

Derbarê nakokiya di navbera Birîtaniya û Rûsiya de jî rojnameya El-Heyat sernavê " Birîtaniya Pûtîn û Hîtler dan ber hev" rojnameyê di nivîsa xwe de wiha got: "Birîtaniya li ser jehirkirina sîxurê Rûsî yê berê Skrîbal û keça wî ne razîbûn nîşan da û da zanîn ku Rûsiya êw Lîga Cîhanê ya Fotbolê ji bo rêjîma xwe piropogandayê bike, wekî çawa Hilter berê kir."

(dc)