Dîdara Başûr a ji bo pêşeroja Rojava di Sûriyeya nû de bi dawî bû

Dîdara Başûr a ji bo pêşeroja Rojavayê Kurdistanê di Suriyeya nû de bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de teqezî bi yekrêziya aliyên Kurd, vekirina saziyeke çapemeniyê ya neteweyî ya fermî ji bo arastekirina gotar û helwestên neteweyî hat kirin.

Dîdara Başûr a ji bo pêşeroja Rojava di Sûriyeya nû de bi dawî bû
26 ÇILE, 2025   00:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li Otela Ramada ya bajarê Silêmaniyê, bi pêşengtiya Partiya YekItiya Demokratîk (PYD) Dîdara Başûr a ji bo pêşeroja Rojavayê Kurdistanê di Sûriyeya nû de hat lidarxistin.

Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif, Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya PYD’ê Sîhanok Dîbo, Nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê Dr. Cawîdan Kemal beşdarê dîdarê bûne. Her wisa Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî jî bi rêya Zoom’ê, Şanaz Îbrahîm Ehmed, siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û çalakvan beşdarî dîdarê bûn.

Di Dîdara Başûr de mijarên weke ‘Rojavayê Kurdistanê di navxweyî de çi bike?, Herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê çawa dikarin têkiliyên xwe pêş bixin, divê Rojava li gel hikûmeta demkî ya Şamê û welatên derve çi bike hatin gotûbêjkirin.

Dîdara Başûr ya ji bo pêşeroja Rojavayê Kurdistanê di Suriyeya nû de bidawî bû û encamnameya wê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re hate eşkerekirin. Encamnameya ku ji aliyê Nîkola Eşref Şalî ve hate xwendin tê de ev tişt hatin gotin; “Lidarxistina vê dîdarê di demekê wisa de ye ku Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke dîrokî û çareseriyê re derbaz dibe û her wiha hikûmeta nû ya Sûriyeyê jî di qonaxa guhertinê de ye. Me di vê dîdarê de hinek pêşniyar weke encamnameya dîdarê diyar kirine û ew jî wiha ne;

1.Piştgirîkirina berxwedana gelê me ya li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozat her wiha zêdetir xurtkirina piştevaniyê ya li herêmê û navneteweyî.

2.Ji bo Yekîtiya Netewî û pêkanîna Kongreya Netewî ya Kurdistanê, aştiya navxwe û yekdengiya nava mala Kurdî û rêxistinkirinê, dîsa bi yek deng û siyaseta stratejiya yekgirtî beşdarî civîna Şamê bibin.

3.Tevlîkirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê ya li nivîsîna destûra bingehîn ya nû ya Sûriye û çavdêrkirin û pêkanîn.

4.Nepejirandina ne navendî û pejirandina siyaseta desthilateke pir rengî.

5.Piştgirîkirina QSD’ê û rê nedayîna danîna çekan, piştrastkirina ew hêza heyî weke xwe li çarçoveya artêşa nû ya Sûriyeyê bimîne.  Lihevkirina li ser hûrgilî û damezirandina artêşa Sûriye ya nû û garantîkirina  wê ya li nava destûrê.

6.Karkirina li ser biryara jimara 24 a parlementoya Herêma Kurdistanê ku 15’ê Cotmeha 2014’an hatibû dayîn.

7.Sûd girtin ji kêrhatiyên mirovî yên Başûr û giştî parçeyên din yên Kurdistanê û sûdgirtin ji ezmûnên hev.

8.Beşdarîkirina karê jiyanî ya li Sûriye, bi tevlîbûna kar ya hevpar ya ji %50’î, 50’î.

9.Têkiliyên Herêmê û navneteweyî firehtir û bi hêztir bikin.

10.Girîgî dayîna kerta neftê, çandinî û aboriyê, niştîmankirina berhemên navxweyî.

11.Berçavgirin û girîngîdayîna pêkhate, kûrkirina bi hev re jiyana aştiyane û hev qebûlkirin.

12.Rê nedayîna serîrakirina hizra tundraw ya Îslama siyasî ya selefî ya li cîhanê.

13.Avakirina medyayeke niştîmanî ya fermî ji bo nîşandana deng û helwestên netewî.

14.Girîngî dayîn deriyên sînor bi taybetî girîngî dayn bi deriyê sînor ê Sêmalka.

15.Avakirina raya giştî ya cîhanê bi rêya çêkirina lobî piştgirîkirina li ezmûnên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk.

16.Pêwîst e hikûmeta herêma Kurdistanê şandeykê binêre Rojavayê Kurdistanê ji bo çavdêrîkirina van xalan.”