Rojnameyên Erebî di hefteya derbasbûyî de behsa çi kirin?

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li sînorê Iraqê çeteyên DAIŞ‘ê asê kirin, dosyaya başûrê Sûriyeyê hê jî li benda li hevkirinên navdewletî ye. Li aliyekî din çeteyên DAIŞ‘ê piştî êrîşên berfireh bajarê El-Bukmal digire.

Rojnameyên Erebî di hefteya derbasbûyî de behsa çi kirin?
10 hezîran, 2018   04:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di hefteya derbasbûyî de, bal kişandin ku QSD‘ê li ser sînorê Iraqê çeteyên DAIŞ‘ê xistine çemberê û diyar kirin ku dosyaya başûrê Şamê hê jî li benda lihevkirinên navdewletî ye. Rojnameyan her wiha mijara nexşeya Amerîka û Tirkiyê ya derbarê Minbicê de û helwesta Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya derbarê vê yekê girtin dest. Her wiha gelek mijarên din têkildarî geşedanên dawî yên girêdayî Iraq û binpêkirinên dewleta Tirk, aloziya li Filistîn û Yemenê û rewşa Lubnan û çalakiyên li Urdunê hatin nirxandin.

Ji mijarên sereke yên ku di rojnameyên Erebî di hefteya derbasbûyî de cih girtin pêşveçûnên QSD‘ê bû. Ji rojnameyên ku qala vê mijarê kiribûn, El-Heyat sernavê "QSD'ê li sersînorê Iraqê DAIŞ xistiye çemberê" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hêzên QSD'ê ragîhand ku hêzên wan DAIŞ li herêmeke biçûk a li ber sînorê Sûriyê-Îraqê xistine çemberê.

DAIŞ beşek ji El-Bûkemal xist dest

Rojanameyan her wiha bal kişandin ser êrîşên DAIŞ‘ê yên li bajarê El-Bûkmanl, li ser vê yekê Rojnameya El-Ereb jî sernavê "DAIŞ careke din El-Bûkemal bi dest xist".

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku DAIŞ roja înê beşk ji bajarê El-Bûkemal a rojhilatê Sûriyê piştî êrîşa tund ku pêk anîn, bidest xist û wiha dom kir: "Çekdarên DAIŞ ên êrîşan û intîharî roja înê êrîşî bajarê El-Bûkemal kirin.  Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyê (Mersed El-Sûrî) got ku çekdarên DAIŞ deh êrîş pêk anîn. Ji wan bi 4 erebeyên bombebarkirî û 6 êrîşên bi hêzên taybet pêk anî. Êrîş beriya ku çete bikevin bajar pêk hat, piştî êrîşan jî beşek ji bajar bidest xistin."

Berpirsê Amarîka: Nexşeria Minbicê rê li ber derketin şer digire

Rojnameyan her wiha îtîfaqa Tirkiyê û Amerîka ya derbarê Minbicê de girtin dest.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê sernavê "Berpirsê Amarîka tekez kir ku nexşeriya Minbicê dê pêk were" avêt. Rojnameyê li ser zimanê berpirsekî ji Wezareta Karê Derve ya Amarîka got ku nexşeriya ku Amarîka û Tirkiyê derbarê Minbicê danîne ji bo şerekî çekdarî dernekeve pêk hatiye.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset debarê rewşa Minbicê sernavê "Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hebûna Tirkiyê li bajar qebûl nake" avêt. Rojnameyê destnîşan kir ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragîhand ku ew bi tu awayî hebûna Tirkiyê ya li Minbicê qebûl nakin û wiha dom kir: "Bi taybet piştî ku Enqera û Washington roja çarşemê lihev kirin ku rêveberiya sivîla a herêmê ava bikin, pêk hat. Şêwirmendên kurd dê ji herêmê derkevin."

Rojnameya El-Ereb behsa civîna sê alî ya di navbera Amerîka, Rûsiya û Urdinê de ya derbarê herêmên başûrê Şamê nûçeyek bi ser navê "Civîna sê alî ya Urdin, Amarîka û Rûsiya itîfaqa Urdinê tekez diyar dike" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku civîna sê alî ku tê payîn hefteya pêş li ser asta wezîrên karê derve derbarê aloziya Sûriyê di navbera Rûsiya, Amarîka û Urdin de were lidarxistin, di rewşeke ne diyar a derbarê herêma başûr de pêk tê. Agahiyên berovajî hev derdikevin dibêjin ku di rojên dawî de itîfaqek derketiye dibêje ku dê rê were dayîn ku Artêşa Sûriyê herêmên başûr careke din bixe dest û wiha dom kir: "Ev yek dê beranberî ku hêzên Îranê û çekdarên biser wan ve û bi taybet Hizbullah li herêmê bi cih nebin."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê sernavê "Mosko şerê başûr bi vekişîna çekdarên Îranê ve girdaye" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de ev trişt anî ziman: "Mosko duh tekez kir ku heger çekdarên girêdayî Îranê beşdar bûn, wê Rûsiya piştgiriya ezmnaî nedin hêzên Rêjîma Sûriyê di şerê başûr de."

Derbarê heman mijarê rojnameya El-Heyat sernavê "Pêşkêşiyek xurt di navbera Şam û opozisyona çekdarî ya Derayê de pêk hat" avêt û got, "Agahî hatin ku li pêşiya itîfaqa Başûrê Sûriyê ku dibêje rê were dayîn ku hêzên rêjîma Sûriyê li herêmên sînorê Urdin û Sûriyê bi cih bibin, hene.Ev piştî ku hêzên opozisyonê hêzên herêmên xwe radest bikin û hêzên girêdayî Îranê jî ji herêmê vekişin pêk were. Di heman demê de li aliyê Dera û Quneytira hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê  hebûna xwe zêde dikin."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî sernavê "Netanyahu raghîand ku ew 'destnedayîn' ji ser Esed radike û Rûsiya û Îsraîl derbarê başûr de danûstendinan dikin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Îsraîl pîlanek amadekiye ku bargehên xwe li Golan a Sûriyê zêde bike û wiha dom kir: "Pîlanek amadekiriya ku Ewropa û Amarîka biryara Îsraîlê ya serweriya ser Golanê fermî qebûl bikin. LI aliyê din hin berpirsên ewlekariyê yên Rûs bi Îsraîlê re mijarên pêkanîna ewlekariya Sûriyê nîqaş dikin. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu nameyek yekser ji Serokê Sûriyê Beşar Esed re şand. Di nameyê de netenyaho got ku êdî mafê 'destnedayînê' ya Esed nemaye."

Iraq

Rojnameya El-Ereb derbarê aloziya avê ya Iraqê sernavê "Aloziya avê li Iraqê: Niha Iraq di aloziyek avê ya dijwar re derbas dibe, tê texmînkirin ku di hefte û mehên pêş de zêde bibe"avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de destnîşan kir ku rapor ji Iraqê tên dibêjin ku aloziya avê ku tê jiyankirin gelek dijwar e û wiha dom kir: "Ev pirsgirêk bandorek neyînî li tevahî herêmê dike. Hin aloziya avê wekî karîsat pênase dikin. Ji destpêka mehê ve û baran û berif li herêmên bandorê li çemên Dicle û Firatê dikin pir kêm bariye. Ev yek bû sedema ku asta avê ya herdû çeman pir kêm bibe."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de jî destnîşan kir ku di vê demê de jî dewleta Tirk mudaxele kir û dest bi dagirtina Bendava Ilisu ya li ser Çemê Firatê kir û wiha dom kir: "Aloziya di navbera herdû welatan de pêk hat."

Rojnameya El-Ereb behsa rewşa herêmê ya piştî bidawîbûna hilbijartinan sernavê "Hevgirtina El-Fetih parçe bû, bi vê re hêza Îaranê li Îraqê lawaz bû" avêt. Rojnameyê got ku hevdîtina di navbera û Rêberê Lîsteya El-Fetih Hadî El-Amirî ê nêzî Îranê bi Sefîrê Amarîka ya Bexdayê Douglas Seelman re bû cihê metirsîna hin aliyan û gelek xalepirs bi xwe re derxistin pêş.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de li ser zimanê berpirsekî dîplomasî yê li Baxdayê got ku Amarîka hewl dide ku rêxistina Bedir ji lîsteya  El-Amirî dûr bixe.

Rojnameya El-El-Heyat di mijara avakirina hikûmeta Iraqê de sernavê "Hevkariya di navbera El-Sedir û Elawî de, El-Hekîm li benda helwesta El-Ebadî ye" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Koalîsyona Saîrûn ku Muqteda El-Sedir serkêşiya wê dike û El-Weteniya ku Iyad Elawî serkêşiya wê dikin, her wiha koma El-Hikma ya Emar El-Hekîm Serkêşiya wê dike ber bi avakirina koma herî mezin ve dirin, dema hevkariya di navbera xwe de ragîhandin. Koma wan ji 94 kursiyan pêk tê. Ev yek danbûsteninên avakirina hikûmeta Iraqê carke din gerim dike. Ev hevkarî li benda helwesta Serokwezîr Heyder Ebadî ya 42 kursiyên wî hene maye."

destwerdana Tirkiyên ya li Irqaê di manştên rojanemyên Erebî de cih girt.

Rojnameya El-Erebî jî derbarê mijarê de sernavê "Erdogan 11 bargehên leşkerî li Iraqê çêdike û beriya hilbijartinan li destkeftiyan digere" avêt. Rojnameyê got ku Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi demê re ketiya pêşbirkê û dixwaze di aliyê meydanî li bakurê Îraq û Sûriyê destkeftiyan bidest bixe da ku bixe xizmeta xwe ya hilbijartinên pêş wexet de.

Çalakiyên Urdinê

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê rewşa Urdinê jî sernavê "Urdin bi awayekî fermî da ku aloziyê çareser bike, seferber bûye" avêt. Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî derbarê mijarê de sernavê "Çerçeva parastinê ji ser Mulqî hate rakirin… Di qesra Qiraltiyê de tevger heye. Her wiha şeva çara û çalakî li bajarên mezin ên Urdinê didomin" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku di malperên civakî de îşaret li ser Fermadnarê rêza 1 zêde bû û wiha dom kir: "Di meydana çalakiyên ne razîbûna li Urdinê de tevgera di qesra qiraltiyê de diyar dibe.Tê payîn ku ev tevger Serokwezîrê Urdinê Dr Hanî El-Mulqî ji kar bavêje."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Urdin: Hikûmeta El-Zerar  li pêşberî berbijêran e ku kolanê rehet bike" Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Qiralê Urdinê Ebdulah Duyemîn duh, Umer El-Rezaz ji bo  avakirina hikûmeta Urdinê ya nû erkdar kir û wiha dom kir: "El-Zerarê ku berê wezîrê perwedeyê yê Hikûmeta Hacî El-Mulqibî ku ji qiral re istfaya xwe pêşkêş kir, li ber bijara rehetkirina kolana ku çalakiyan li dijî pirojeya qanûna bace ye û bijara zêdekirina buhayê nirxên madeyan e."

Rojnameya El-Heyat sernavê "Çalakiyên Urdinê rawestiyan, jiyan li Çerxeriya 4'an carde asayî bû" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku çalakiyên gel li Urdinê çalakiyên xwe didin rawestandin û wiha dom kir: "Çalaiyên ku li Çerxeriya 4'an herî zêde dihatin lidarxistin, hatin rawestandin. Piştî ku Serokê weîzrê nû yê Urdinê Umer El-Rezaz qanûna bace ji meclîsê kişand û riya danûstendina niştmanî da ku parastina çîna navîn û xwediyên xerciya diyar biparêze."

Lubnan

Rojnameya El-Heyat derbarê rewşa Lubanê de sernavê "Herîrî lezê dide xwe da ku hikûmetê saz bike: tê xwestin ku ekîba sererastkirinê ya wêrek hebe" Rojnameyê got ku Piştî vegera Seed El-Herîrî ku ji bo sazkirina hikûmeta nû hatiye erkdarkirin ya ji serdana Erebistana Siûdiyê tê payîn ku lezê bide tevgera xwe û wiha dom kir: "Tê payîn ku tevgera siyasî ya hemû aliyan a ji bo avakirina hikûmtê zêde dibe. Hate xwestin ku lez were kirin ku hikûmet bi awayekî hevkarî were avakirin, her wiha ekîbek hikûmî ku karibe berpirsyariyan rake, were erkdarkirin."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Hizbullah careke din kaxezên xwe di hindir de rêz dike…Birînên hilbijartinan derman dike" avêt.Rojnameyê got ku hevdîtina di navbera sekreterê Hizbullah Hesen Nesrela û Serokê koma Lubana bi Hêz Cibran Basîl di dawiya vê hefteyê de pêk hat û wiha dom kir: "Di heman demê de berpirsê  Partiya Pêşvero ya Hevbeş Welîd Canpolat û alîkarê siyasî yê Hesen Nesrela, Hisên El-Xelîl re pêk hat, her wiha bi berpirsê têkiliyan ê Hizbullah Wefîq Sefa pêk hat."

Rojnameya El-Ereb sernavê "Amarîka û Îsrîalî pîlanek ji Lubnanê re pêşkêş kir: danûstendina giştî ku Mezari Şeba jî di nav de ye" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku tevgerên dawî ber bi vekirina sînorê bejahî û deryayî yên di navbera Luban û Îsraîlê ve diçe û wiha dom kir: "Amarîka navbênkariyê di navbera Luban û Îsraîlê de dike. Ev piştî civîna nişkave ku li ser asta rêveberiya Lubanê li qesra Biebde hate lidarxistin. Mudîrê Ewlekariya Giştî Ebas Ibrehîm, Serokê Şandeya Leşkerî ya Lubanê jî beşdarî civîna sê alî bûn. da ku erêkirina siyasetmedaran a li ser mijarê qezenc bikin, pêk hatiye."

Yemen

Derbarê rewşa Yemenê jî rojnameya El-Heyat sernavê "Reşnivîsa pîlana Griffith li Yemenê, Hûsiyîn dûrî rakirina çekdan û hikûmeta demkî dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku çavkaniyên xwedî agahî diyar kirin ku nûnerên şandeya navdewletî li Yemenê Martin Griffith reşnivîsek ji pîlana aştiyê li Yemenê pêşkêş kirin û wiha dom kir: "Rojnameyê destnîşan kir ku li gorî reşnivîsê Hûsî ji rakirina çekan û hikûmeta demkî vala dike."

Rojnameya El-Ereb sernavê "Serdana Senaa xetên nexşeriya Griffith ya aştiyê li Yemenê tevlîhev kir" avêt. Rojnameyê got ku nûnerên NY yê Yemenê  Martin Griffith  serdana paytexta Yemenê Senai kir û wiha dom kir: "Serdana nûnerên NY ya Yemenê piştî hevdîtina wî bi Rêveberên Hûsiyî re hêviyên wî şikandin. Hewl da rêberên Hûsiyîn iqnai bike ku şerê heyî yên li derdora parêzgeha El-Hudeyda bidin rawestandin."

Filistîn

Rojnameya El-Qudis El-Erebî derbarê rewşa Filistînê sernavê "Hêzên Filistînê mafê xwe yê vegerê diparêzin û  welatê anternatîf qebûl nakin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hêzên Filistînê bi israr mafê xwe yê vegera koçberên Filistînê ya li ser xaka xwe diparêzin."

Rojnameya El-Heyat jî derbaêr mijarê sernavê "Rojek bi xwîn di roja milyonî ya Qudısê de pêk hat" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku rojek bi xwîn di meşa Vegerê de, duh hêzên Îsraîlê 4 welatiyên Filistînî qetil kirinû zêdyî 600 kesî birîndar kirin. Ev di dema beşdarbûna meşa milyonî ya Qudisê pêk hat.