Li Reqayê 3 zarok birîndar bûn

Li gundewarê Reqayê 3 zarok ji ber teqîna bermahiyên şer bi wan de birîndar bûn.

Li Reqayê 3 zarok birîndar bûn
26 ÇILE, 2025   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDˈê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li devera navbera gundên Xanim Elî û Bû Hemed a Rojhilat 3 zarok di encama teqîna mayînên ji bermahiyên şer birîndar bûn. Hate gotin, her sê zarok dema bi mayînê dilîstin mayîn bi wan de teqiya û di encamê de her sê jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dengê teqînên li herêmê dihatin bihîstin ji ber teqîna bermahiyên şer bûn.

Di dawiya daxuyaniyê de hate zanîn ku Meclisa Leşkerî ya Reqayê herêmê ji mayînan paqij dike.

(bb)

ANHA