Derbeyên leşkerî rêjîma Sûriyê narûxîne , riya girtina Xeze tê vekirin

Rojnameyên erebaî di hefteya derbasbûyî de bal kişandin ser biryara hêzên Rojavayî ya derbarê derbeya leşkerî ya li dijî rêjîma Sûriyê û hate destnîşankirin ku derbeya wan wê hevsengeyên hêza nede guhertin.  Rojnameyan her wiha destnîşan kirin ku Dewleta Tirk bi hevkara xwe Rûsiya re ixanet kir û li aliyê Amarîka sekinî. Rayedarên filistînî jî amadekariya gavên nû ji bo girtina Xeza dike.

Derbeyên leşkerî rêjîma Sûriyê narûxîne , riya girtina Xeze tê vekirin
15 nîsan, 2018   04:20

MÎDIYA HENAN/ NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erben di hefteya derbasbûyî de bal kişandin ser gefên Amarîka ya derbarê êrîşa li dijî rêjîma Sûriyê ku piştî raporên êrîşa bi çekên kîmyawî ya li dijî Dûma pêk hat. Hilbijartinên Îraqê û ne dayîna mûçeyên memûran li herêma Xeza ya Filistînê jî wekî mijarên sereke derketin pêş.

Rewşa li Sûriyê û ihtîma şerê navdewletî

Rojnameya El-Heyat derbarê gefên Amarîka ya êrîşa li dijî rêjîma Sûiryê sernavê "Piştî kîmyawî ihtîma hêzên Rojavayî û Rûsiya werin beranberî hev, Tramp soz da Esed ku ew ê hesab bibîne" Rojnameyê di nivîsa xwe de wiha got: "Tişta di rojevê de dedikeve, şerekî nû ya di navbera hêzên Rojavayî û Rûsiya nîşan dide. Bi taybet piştî bikaranîna çekên kîmyawî li Dûma ya Şamê. Serokê Amarîka Trump soz da Serokê Sûriyê Beşar Esed ku ew ê heqê xwe bibîne, her wiha Rûsiya û Îranê wekî berpirsyar nîşan da."

Rojnameya El-Erebî jî derbarê mijarê de sernavê "Êrîşa li dijî Esed rêjîma wî runaxîne" Rojnameyê got ku dewletên Rojavayî yên mezin tehdîdên xwe yên li dijî Sûriyê bilind kirin. Tê texmînkirin ku êrîşa li dijî rêjîma Sûriyê têrê nake ku rêjîma Esed were hilweşandin."

Derbarê helwesta Tirkiyê û gefên dewleta Tirk Rojnameya El-Ereb sernavê "Tirkiyê xwe careke din li aliyê Amarîka bi cih dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Serokomarê Tirkiyê Erdogan lez da xwe û daxuyaniyên Amarîk/Ewropa yên li dijî rêjîma Sûriyê erê kirin."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê de "Amarîka xwe ji  êrîşê re amadekiriye, asta wê ji gefan daketin nîşan dide" Serokê Amarîka Trump Rûsia hişyar kir, ji êrîşa nêzîk ku li dijî Sûriyê pêk bîne."

Rêjîmê Xûta bidest xist, çete çûn Cerblus

Derbarê rewşa Xûta Rojhilat jî rojnameyan nivîs weşandin. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derabrê mijarê de sernavê "Ceyîş El-Islam gihişt bakur…Dûma di bin parastina Rûsiya de" avêt.Rojnameyê got ku çeteyên Ceyiş El-Islam gihiştin Cerablusê û wiha dom kir: "Li gorî itîfaqê Ceyş El-Islam çekên xwe avêtin û ji bajarê Dûma derketin."

Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê de sernavê "Xûta di bin destê rêjîma Sûriyê de ye, Ceyş El-Islam bi dehan kesên revandibûn berdan"  Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku di encama itîfaqê de wê şeteyên Ceyiş El-Islam û malbatên wan ji bajarê Dûma derketin.

Ebas gefa ku wê mûçeyên Xeza qut bike xwar

Derbarê rewşa Filistînê jî rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Mûçeyên Xeza derneg ma, ev metirsîna embagroya ku Ebas xwariyeye" avêt. Rojanemyê got ku memûrên herêma Xeza di nava metirsîneke mezin de ne ji ber ku mûçeyên wan heta niha ne hatine û wiha dom kir: "Memûr ditisin ku Serokê herêma Filistînê Mehmûd Ebas bi temamî mûçeyên memûrên Xezayê qut bike. Di heman demê de niyeta xwe ya tevgera li dijî tevgera Hemas jî anî ziman."

Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê de sernavê "gaveke din ji bo girtina Xeza" Rojnameyê derbarê mijarê de got ku berpirsyarên Filistînî destnîşan kirin ku rêveberiya Filistînê amadekariya gavên ku berê ne hatine kirin, derbarê girtina Xezayê û neçar hiştina Tevger Hemas ku desthiladariya herêmê radestî hikûmetê bike."

Hilbijartinên Îraqê

Rojnameyan derbarê rewşa Îraqê jî mijarên girîng anîn ziman. Rojnameya El-Qudis El-Erbî derbarê mijarê de sernavê "Koalîsyona Malikî hîlebaziyê derbarê kirîna dengan eşkere kirye" Rojnameyê got ku dengê hilbijêrekî bûye zêdeyî 200 dolaran.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî li ser rewşa Kerkûkê sernavê "Artêşa Îraqê û Hişid Şebî riya Kerkûkê ewle dikin, ji bo beşdarbûna pêşmergeyan jî zexet li pêşmergeyan tê kirin. Rojnameyê li ser zimanê berpirsekî Pintagonê destnîşan kir ku bi awayekî hevkar bi hikûmeta Bexdayê re komeke pêşmerge li Kerkûkê hatin bi cihkirin.

Rewşa Yemenê

Derbarê rewşa Yemenê jî rojnameya El-Heyat sernavê "Hêzên Hezim El-Emnî girtina El-Dalii ragîhand" avêt. Rojnameyê destnîşan kir ku çekdarên Hûsî ji pêşketina hêzên Artêşa Yemenê bi tirse."

(dc)