Tîfaqa Idlibê xefeka Rûsyê ji bo Tirkiyê ye

Hevpeymana Putin û Erdogan hişt Tirkiye bi vebijêrkeke dijwar re rû bi rû bimîne û çawaniya danûstandina bi çeteyên xwe re yên li Idlibê û rêbazên helandina wan. Nakokiyên di navbera bilokên siyasî yên Iraqê de ji bo hilbijartinên serokkomariyê berdewam in. Hêzên girêdayî Koalîsyona Erebî şerê Hudeydaya Yemenê da destpêkirin.

Tîfaqa Idlibê xefeka Rûsyê ji bo Tirkiyê ye
23 îlon, 2018   04:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di vê hefteyê de qala encamên civîna Erdogan û Putin a der barê Idlibê de, nakokiyên siyasî yên di navbera aliyên Îraqê ji bo avakirina hikûmeta nû, pêşketinên Pêngava Bagera Cizîrê, her wiha behsa mijarên Yemen û serdana Erdogan a Almaniya kirin.

El-Qudis El-Erebî: Sernavê; lûtkeya "encamdar" di navbera Erdogan û Pûtîn de naveroka wê Idlib e, avêt.

Rojnameyê behsa hevdîtina di navbera serokê Rûsya Viladîmêr Pûtîn û serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan kir ku tê payîn îro were lidarxistin.

Rojnameyê wiha got: "Piştî amadekariyên civîna der barê Sûriyeyê de li bajarê Soçî, îro di navbera serokên Rûsya û Tirkiyeyê de civînekî wê bi armanca ku encamê li çarenûsa parêzgeha Idlibê bînin pêk bê. Girîngiya vê civînê di dema derketina nakokiyan di navbera herdu aliyan de tê lidarxistin. Rêjîm jî ji vê dema bi nakok sûd werdigire û bi alîkariya Rûsyayê deverên ji bin serweriya wê derketine bi dijwarî topbaran dike.

El-Heyat: Lûtkeya Pûtîn – Erdogan "durundeya" êrîşa li dijî Idlibê têk dibe

Rojnameya El-Heyat jî di nivîseke xwe de diyar kir ku lûtkeya Pûtîn û Erdogan li bajarê Soçî bi hevpeymaneke "nexşerê" bidawî bû û dirindeya êrîşa li dijî Idlibê têk bir. Li gorî hevpeymanê devereke bê çek bi erêkirina Şamê dê were avakirin.

El-Ereb: Tirkiye bi tena xwe danûstandinê bi xefka Soçî re dike

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Ereb li ser navê hin çavdêran diyar kir ku Rûsya karibû Tirkiyeyê ber bi xefka Soçî ve bibe û got ku wê Rûsya herî zêde dê ji hevpeymanê sûd werbigire. Hevpeyman bi ser jî bikeve têk jî biçe wê encamp wisa bibe. Eger hevpeyman bi ser ket, ev mijar jî bi guman e, Rûsya dê gaveke mezin ber bi çareserkirina dosya Idlibê li gorî berjewendiya xwe bê ziyan bi dest bixe, bi taybet ew vê hevpeymanê demkî bi nav dike û di bingeh de avakirina devereke ji komên çekdar vala ye, armanc dike û di encamê de wergirtina parêzgehê dê hêsantir be.

Eger hevpeyman têk biçe jî Rûsya dê karibe hinceta neêrîşkirina berfireh betal bike çi ji bo Tirkiyeyê û çi jî ji bo hêzên rojavayî ku di van demên dawî de zextên mezin li Mosko kirin da ku rê ji lihevkirinekê re veke.

Şerq El-Ewsat: "Rêzesudfe" koordîneya Rûsya û Îsraîlê dixe ezmûnekê

Der barê êrîşên ezmanî li dijî Laziqiyê ku aloziyeke bi Rûsyayê re derxistiye de, rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku rêbaza xistina balafira Rûsyayê ji aliyê hêzên Sûriyeyê ve û zêdebûna rêzesudfeyan di êrîşên Îsraîlê li dijî baregehên Îranê yên rojavayê Sûriyeyê, koordîneya di navbera Rûsya û Îsraîlê li Sûriyeyê de dixe ezmûnekê û li rex wê Amerîkayê dubare derxistina Îranê girîng dibîne.

El-Heyat: QSD'ê 13 DAIŞ'î kuştin û du êrîşên xwekujî têk birin

Girêdayî qonaxa dawî ya pêngava Bagera Cizîrê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li rojhilatê çemê Firatê li dijî çeteyên DAIŞ'ê rojnameya El-Heyat ragihandin ku di pevçûnên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de derbeyên giran li çeteyan hatine dayîn û QSD'ê li aliyê El-Baxoz pêş ve diçe û serweriya gelek xalên stratejîk kiriye. Her wiha da zanîn ku DAIŞ'ê di pevçûnên xwe de mayînan bikar tîne da ku pêşveçûna QSD'ê lawaz bike. Her wiha QSD'ê 12 xalên di hundirê El-Baxoz de bi dest xistiye û topavêjên Koalîsyona Navnetewî jî baregehên DAIŞ'ê armanc girtin.

Iraq

Girêdayî çalakiyên siyasî û xebatên avakirina hikumeta Iraqê rojnameya El-Heyat manşêteke wiha avêt: "El-Amirî xwe ji namzetiya serokatiya hikumetê vedikişîne û partiya El-Dehwê jî Ebadî bi parçekirina refên wê tawanbar dike."

Der barê heman mijarê de rojnameya El-Ereb nivîseke xwe de wiha bi nav kir: "Ebid El-Muhdî zilamê Îranê yê nû li Iraqê ye yan namzetekî pêwîst e.”

El-Heyat: Hilbijartina serokê parlemana Îraqê gengeşeyên avakirina mezintirîn bilok nû kir

El-Heyat behsa nakokî û gengeşeyên avakirina mezintirîn bilok di parlemanê de kir, nemaze piştî ku serokê parlemanê Mihemed El-Helbûsî hate hilbijartin û Hisên Kerîm û Beşîr Hedad weke cîgirên wî hatin hilbijartin. Hevbendiya El-Nesir bi israr Heyder Ebadî ji bo serokwezîrtiyê pêşniyar kir. Nakokiyên di hundirê Yekîtî Niştimanî Kurdistanê de girêdayî paya serokkomartiyê zêde dibin. Aliyek ji wan ê Qosret Resûl Elî ku Berhem Salih pêşniyar dike û aliyekî din ê malbata Celal Talbanî ku bi pêşniyarkirina kesên li derveyî partiyê qebûl nakin.

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî der barê mijara hilbijartina serokkomarê Iraqê de manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Berhem Salih ji bo serokatiya Iraqê herî zêde şansdar e."

El-Ereb: Milîsên Hûsî siyasî tevdigerin da ku xwe ji têkçûneke leşkerî li El-Hudeyda biparêzin

Der barê mijar û aloziya Yemenê de rojnameyên erebî behsa xebatên şandeyê Navnetewî Martin Griffith kirin, ku hewldide careke din aliyan vegerîne ser maseya danûstandinan. Rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hûsiyan soz da Griffiths ku beşdarî şêwiran bibin." û "Çalakiyeke berfireh ji bo rizgarkirina El-Hudeyda".

Serdana Erdogan a Almaniya

Der barê serdana Erdogan a Almanya’yê de rojnameya El-Ereb behsa çalakiyên di bin durişmeya "Tu bixêr neyê Erdogan" li dijî serdana Erdogan a Almanya kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "çalakiyên nerazîbûnê li Almaniya li benda Erdogan in".