Heftename: Hevrikiya herêmî li Sûriyeyê gur dibe, li ser Îranê zextên mezin hene

Li Sûriyeyê hevrikiya Tirkiye û Îsraîlê zêde bûye û bû sedem ku Tel Avîv hin baregehan kontrol bike ku Tirkiyeyê plan dikir kontrol bike.  Îran û hevkarên wê li pêşberî zextên siyasî û leşkerî yên mezin in.

Heftename: Hevrikiya herêmî li Sûriyeyê gur dibe, li ser Îranê zextên mezin hene
13 nîsan, 2025   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de bal kişand ser hevrikiya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de, nakokiyên di navbera DYA û Tehranê de, her wiha siyasetên rêveberiya Trump.

SÛRIYE ÇAWA BÛ TEXTÊ KIŞIKA HERÊMÎ?

Rojnameya El Nehar a Lubnanê cih da geşedanên li Sûriyeyê û diyar kir ku şerê demdirêj ê li Sûriyeyê welat veguherandiye qada pêşbaziya herêmî ya di navbera hêzên mezin de. Rojnameyê destnîşan kir ku piştî paşketina rejîma desthilatdar aloziya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de zêdetir bûye û her yek ji wan dixwaze hegemonyaya xwe li Sûriyeyê xurt bike.

Li gorî rojnameyê, Enqere hewl dide hebûna xwe ya siyasî û leşkerî xurt bike û roleke sereke di jinûveavakirinê de bilîze. Hate gotin Tel Avîv jî hewldanên Tirkiyeyê wek metirsiyeke rasterast li ser ewlehiya xwe dibîne û hişyariyê dide nêzîkbûna hêzên Tirkiyeyê bo sînorên xwe.

Rojnameyê bal kişand ser rola Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) wekî navbeynkar û pêşniyara dabeşkirina nefermî ya qadên bandorê li Sûriyeyê. Hate gotin, li gorî pêşniyarê berfirehkirina kontrola Tirkiyeyê li bakur, parastina herêmeke tampon a Îsraîlê li başûrê Şamê û berdewama hebûna DYA’yê li rojhilat û hebûna Rûsyayê li peravê ye.

Rojnameyê êrişên Îsraîlê yên li ser baregeha T-4 a nêzî Tedmûrê wek nîşaneya stratejiya li hemberî zêdegaviyeke nû ya Tirkiyeyê bi nav kir û diyar kir ku li gel vê bûyerê jî armancên pêşîn ên Tel Avîv û Washingtonê ji hev cuda ne. Hate diyarkirin ku DYA hewl dide di têkiliyên xwe yên li gel Tirkiyeyê de ku hevkareke NATO’yê ye û garantîkirina ewlehiya Îsraîlê wek hevkareke stratejîk hevsengiyê çêke.

’LI HER DEVERÊ TIRS Û ÎRAN DAN Û STANDINAN BI DYA’YÊ RE DIKE’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî der barê Îranê de wiha nivîsî: "Îran ku ji mêj ve dixwest meydanên welatên erebî di bin ala xwe de bike yek, niha di rewşa yekane ya dan û standinan de ye. Planên wê yên berferehkirinê jî têk çûn. Dan û standinên wê bi DYA’yê re ji aliyê amerîkiyan ve bi rasterast tên binavkirin, lê Tehran ji hêza xwe ya bandorkirinê bêtir amûrên xwe yên herêmî ji dest dane lê bi israr e ku dan û standin ne rasterast bin."

Rojnameyê bal kişand ser vê yekê ku tevgera Hemasê ya ji ber zextên naxweyî û navneteweyî bi zehmetî tev digire, bi tecrîdê re rû bi rû ye û derbên giran dixwe. Der barê Iraqê de jî hate gotin: “Li Iraqê dengê milîsan kêm bûye ku eleqeya xwe dane hilbijartinan. Milîsan çavên xwe berdan desthilatdariyê ku nekevin beramberî DYA’yê.”

Rojnameyê der barê Hûsiyan de jî ev nirxandin kir: "Hûsiyên ku didin xuyakirin ku li ber xwe didin, ji ber paşdeçûna desteka Îranê zehmetiyan dibînin. Hûsî ditirsin ku senaryoya rejîma Sûriyeyê dubare bibe ku piştî jidestdayîna desteka Tehran û Moskovê rûxiya. Têkildarî Lubnanê jî serdana nûnerê DYA’yê Morgan Ortagos nîşanyeke zelal a şertê Washingtonê yê çekdanînê ji Hizbullahê li beramberî piştevaniya navneteweyî ye.”

‘VEGERA LI TAKTÎKÊN ŞOK Û TIRSANDINÊ’

Rojnameya El Itîhad bal kişand ser kêmbûna "hêza nerm" a DYA’yê û destnîşan kir ku ev kêmbûn dê encamên stratejîk ên berfireh bi xwe re bîne. Hate destnîşankirin ku siyasetên Trump, bi taybetî di warê dan û standina bi Kanada û Meksîkayê re, bûne sedema xirabbûna têkiliyên bi cîranan re, her wiha hişt ku hin bi însiyatîfên ewlehiyê yên nû bifikirin.

Li gorî rojnameyê, gefên Trump ên bikaranîna hêzê, çi li dijî komên madeyên hişber, çi Kanala Panamayê û çi jî li girava Gronlandê fikaran çêdike û hevalbendan ji Washingtonê dûr dixe. Hate gotin, siyasetên DYA’yê di rewşeke bêîstiqrar û bêbaweriyê de ne.

(bb)