11 komên Kurdistanî û Sûriyeyê pirsgirêkên civakî danîn ser dikê

Festîvala 7’an a Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol têkiliyên civakî yên ji koka xwe hatine bidûrxistin anîn ser dikê, pirsgirêk û fikarên wan civakan anîn ziman. Di piranî şanoyan de bal li ser doza jinan hat kişandin.

11 komên Kurdistanî û Sûriyeyê pirsgirêkên civakî danîn ser dikê
11 komên Kurdistanî û Sûriyeyê pirsgirêkên civakî danîn ser dikê
11 komên Kurdistanî û Sûriyeyê pirsgirêkên civakî danîn ser dikê
11 komên Kurdistanî û Sûriyeyê pirsgirêkên civakî danîn ser dikê
11 komên Kurdistanî û Sûriyeyê pirsgirêkên civakî danîn ser dikê
11 komên Kurdistanî û Sûriyeyê pirsgirêkên civakî danîn ser dikê
11 komên Kurdistanî û Sûriyeyê pirsgirêkên civakî danîn ser dikê
11 komên Kurdistanî û Sûriyeyê pirsgirêkên civakî danîn ser dikê
11 komên Kurdistanî û Sûriyeyê pirsgirêkên civakî danîn ser dikê
11 komên Kurdistanî û Sûriyeyê pirsgirêkên civakî danîn ser dikê
13 nîsan, 2025   05:15
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Gotina "Şanoyek û nanekê bide min, ez ê gelekî rewşenbîr bidim te" girîngiya rola şanoyê di avakirina civakan û xurtkirina reftarên wan de nîşan dide.

Şano neynika civakê ye, dibistanek e ku nifşan amade dike û bêyî cudahiya reng, nijad, ol an ziman nirxên exlaqî di nav civakan de diçîne û hişmendiya wan zêde dike.

Festîvala 7’an a Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol li ser asta Sûriyeyê û Kurdistanê di bin dirûşma "Welatparêzê rastîn hunermendekî wêrek e” bi organîzekirina Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) û Komîna Şanoyê di 27’ê Adarê de dest pê kir. Lê ji ber cejnên Remezanê û Ekîto heta 5’ê Nîsanê hat paşxistin.

Di festîvalê de 11 komên şanoyê yên Kurdistanî (Başûr û Rojhilatê Kurdistanê) û Sûriyeyî beşdar bûn û pêşandana şanoyan heta 10’ê Nîsanê dom kir.

Ji bajarê El Reşîd ê Reqayê, bi navê "Heft roj Komedî” ji hêla koma Reqayê ya hunera şanoyê ve şanoyek hat pêşêşkirin. Ev şano di nava cîhana ereban de navdar e. Nivîskarê şanoyê Ebdulnebî El Êzidî û derhêneriya wê Ebdulqadir Ebûd e.

Koma Şanoya Çiyê, bi navê "Wêne" şanoyek pêşkêş kir. Nivîskar Sema Zîlan û derhêner Simko Cûdî ye. Ev şano wêneyeke

Di qîrîneke Kurdî de li hember dîrokê, Koma Şanoyê ya "Çiya" bi navê "Wêne" şanoyek pêşkêş kir.  Nivîskara şanoyê Sema Zîlan û derhênera wê Simko Cûdî ye. Şanoya "Wêne" li hember baviksalariyê û rejîmên zordar ên ku jiyan di laşê jinan de desteserkirin û jin ji deng û biryaran tecrîd kirin, weke bombeyeke gur e.

Koma Şehîd Osman jî bi navê “Parenoya” şanoyek pêşkêş kir. Nivîskarê şanoyê Ebas El Hayik û derhêneriya wê Mihemed Omer e. Şano bal dikişîne ser bandorên qeydên civakî û avakirina malbatî ya hişk di kesayeta ciwanê ku hêza xwe ya biryardayînê ji dest daye.

Piştî demeke dirêj, neviyên Sultan Paşa El Etreş ên ji Siwêdayê li ser dika şanoyê ya Qamişloyê şano pêşkêş kir. Koma "Gerînenetiya Çandê" bi navê "Îcar" şanoyek pêşkêş kir. Nivîskar Ebdulnebî El Zêdî û derhêner Meen Diwêir in. Di şanoyê de êşên dayikên kezebên xwe di şer de dane hat pêşkêşkirin.

Ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê jî koma "Hevalên Gezîze" şanoya bi navê "Mûzîka Sor" ji nivîsar û derhêneriya Gezîze Omer pêşkêş kir. Di şanoyê de bal li ser astengî û êşên li hember jinan di jiyanê de û astengiyên mêr çêdikin û li pêş jinan dibin bend, hat kişandin.

Şanoya "Henîn" ku Koma Şano ya Qamişloyê pêşkêş kiriye balê dikişîne ser keçeke temen biçûk ku bi mêrekî temenê xwe bi qasî yê bavê wê, ku ev jî weke sûcekê divê neyê kirin tê nîşandan. Koma Henîn ev şano pêşkêş kir. Nivîskar Ebas El Hayik û derhêner Ebdurehman Îbrahîm in.

Koma "Renîm" jî bi şanoya xwe ya "Bê belge" zexmek çêkir. Bi vê şanoyê kom nîşan dide ku gelê Kurd li ser xaka xwe dijîn, lê bê belge û delîl in. Hikumetan jî mafên wan xwarin û nasnameya wî nas nekir.

Ji bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê jî bajarê dîrokî yê dewlemend, koma "Siyê" bi navê "Ez û tu 9 meh" şanoyek bê deng pêşkêş kir. Nivîskar û derhêner Qasim Ebdustar e. Ev hunera şanoyê xwe dispêre bêndengiyê yê jest û mîmikan bêyî ku ziman biaxive.

Koma Argêş a ji bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi navê "Spîro" şanoyek ku tê de behsa hemleyên Enfalê ku rejîma Sedem Hisên li dijî gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê pêk aniye, dike. Nivîskarê şanoyê Erşak Reûf Gonbedî û derhêner Maêde Darlekî ne.

Her wiha koma "Teatra Hinar" bi şanoya xwe ya "Yek Fîşek" zordariya komên cîhadîst ên tundraw û şernavê dorpêç ê ku parastina welatê xwe dike ku mirovahiyê ji terorê rizgar bike nîşan da. Nivîskar Sebah El Enbarî û derhêner Şevzan Fewaz Mehmûd in.

Şanoya "Şehnazê" ku lîstikvan Necbîr Xanim pêşkêş kiriye bi performansa xwe girse şoq hişt. Şehnazê peyamek da ku hin mejî hene ku jinê bi tiştekî nahesibînin û dixwazin mafên jinan tune bikin. Gotegotinên jinan û heqareta civakê dihêlin Şehnaz li ber xewnên xwe yên şanogeriyê aciz bibe û ji nû ve li karê xwe yê berê yê hemşîretiyê vegere. Nivîskar û derhênerê şanoyê Welîd Omer e.

Di Festîvala Şehîd Yekta Herekol de 3 semîner li ser "Sînografiya û deriyê derbasbûna li rexneyê", "Girîngiya şanoyê di gihandina kes û civakê de" û "Girîngiya ronahiyê, zanista rengan û dabeşên wê" hatin pêşkêşkirin.

(fr)

ANHA