Hebûna Rûsya ya li Sûriyeyê ji nû ve tê birêxistinkirin

Wezareta Karên Derve ya hikumeta veguhêz ragihand ku bi Rûsyayê re wê li ser ji nû ve birêxistinkirina hebûna wê li peravê Sûriyeyê li hev kiriye. Li gorî lihevkirinê peregehên leşkerî yên Rûsyayê dê bibin navendên perwerde û rehabîlîtasyonê yên hevbeş.

Hebûna Rûsya ya li Sûriyeyê ji nû ve tê birêxistinkirin
9 tebax, 2026   16:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî mûzakereyên ku nêzî sal û nîvekê dewam kir, Rêveberiya Ragihandinê ya  Wezareta Karên Derve ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê têkildarî ji nû ve birêxistinkirina hebûna hêzên Rûsya li baregehên Rûsyayê yên li Himêmîm û Tertûsê yên li Sûriyeyê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê hate gotin, her du aliyan li ser pêvajoya bê ya têkiliyên hevbeş û ji nû ve birêxistinkirina hebûna hêzên Rûsya li peravên Sûriyeyê gihaştin metnayê lihevkirinê.

Di daxuayniyê de hate diyarkirin ku li gorî metnayê lihevkirinê,  hebûna Rûsyayê li herêmê ji nû ve tê birêxistinkirin û hikumeta veguhêz dê tesîsên sivîl, di ser de baregehên Himêmîm, navenda bazirganiyê ya çaremîn a li bendera Tertûsê bi rêve dibe. Her wiha hatiye destnîşankirin ku ev tesîs dê gav bi gav bikeve nav pergala rêveberiya sivîl a Sûriyeyê.

Têkildarî baregeh û tesîsên leşkerî jî hate diyarkirin ku ev baregeh wê bibin navendên perwerde û rahîbîtasyonê yên hevbeş.

Wezaretê diyar kir ku armanca wan, parastina berjewendiyên hevbeş ên Sûriye û Rûsyayê ye, di heman demê de û ji nû ve diyarkirina xwezaya hebûna Rûsya û mîsyonên wê li perava Sûriyeyê ye.

Di metnê de, 3 meh ji bo temamkirina birêxistinkirina tesîs û baregehan hatine diyarkirin û piştre dê dest bi xebatê bikin.

(bb)