Netanyahu plana Trump a bo Xezayê nepejirand

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu got ku plana Amerîkayê nehatiye qebûlkirin û ragihand ku hikûmeta wî li ser hin xalên planê guherîn dixwaze. Tel Avîv dibêje ku şertên heyî ji bo ewlehiya Îsraîlê têrê nakin.

Netanyahu plana Trump a bo Xezayê nepejirand
9 tebax, 2026   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ragihand ku hikûmeta wî plana ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê hatibû pêşkêşkirin qebûl nekiriye. Wî di peyameke vîdeoyî de got ku reşnivîsa planê gihîştiye destê hikûmetê, lê bi awayê ku hatiye amadekirin ji aliyê Îsraîlê ve nehatiye pejirandin.

Netanyahû wiha dibêje; “Reşnivîsek ji me re hat, lê me ew qebûl nekir. Ew ne pêşniyara me ye.” Netanyahu her wiha diyar kir ku Tel Avîv ji bo hin beşên planê guherîn pêşniyar kiriye û nîqaşên li ser hûrgiliyên wê hîn jî didomin.

Trump berê daxuyandibû ku ji bo bidawîkirina şerê Xezeyê çarçoveyek hatiye amadekirin û gotibû ku Hamas plana agirbestê qebûl kiriye. Li gorî daxuyaniyên wî, ev plan rê li ber bêçekkirina Hamasê û vekişîna hêzên Îsraîlê ji Xezeyê vedike. Lê daxuyaniya Netanyahû nîşan dide ku di navbera aliyan de hîn jî li ser hin mijarên bingehîn lihevhatin çênebûye.