Tora jinên Efganî li dijî polîtîkayên Talîbanê bang kir: Bêdeng nemînin!

Tora Beşdariya Siyasî ya Jinên Efganî bi bîr xist ku desthilatdariya 5 salî ya Talîbanê bi zilm û tepeserkirinê derbas bûye û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî van polîtîkayan bêdeng nemîne û têkoşînê bilind bike.

Tora jinên Efganî li dijî polîtîkayên Talîbanê bang kir: Bêdeng nemînin!
9 tebax, 2026   17:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Beşdariya Siyasî ya Jinên Efganî, bi boneya 5’emîn salvegera hatina  Talîbanê ya li ser desthilatdariyê, daxuyaniyek weşand. Torê polîtîkayên Talîbanê yên li hember jin û hemwelatiyên Efganistanê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Talîban di pênc salên borî de bi rêya "zilm, tirs û çavtirsandinê" azadiyên sivîl û siyasî sînordar kiriye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Jinên Efganistanê ve hate weşandin de, hate diyarkirin ku desthilatdariya 5 salî ya Talîbanê bi tepeserkirina azadiyên sivîl, tepeserkirina bipergalî, binpêkirinên mafên mirovan ên berbelav, bêparkirinên li dijî jinan bi taybet jî a ji mafên herî bingehîn û zêdebûna xizanî û cudakariyê, derbas bûye. Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Talîban jinan ji beşên fireh ên jiyana giştî dûr dixe û bi girtin, îşkence û tepeserkirinê bersivê dide xwepêşandan û dengên muxalîf.

Tora Beşdariya Siyasî ya Jinên Efganistanê, hevgirtina xwe bi "hemwelatiyên Efganî yên azadîxwaz" re nîşan da û diyar kir ku divê siberoja welat bi rêzgirtina mafên mirovan, wekheviya zayendî, beşdariya hemû hemwelatiyan, serweriya hiqûqê û demokrasiyê ve were mîsogerkirin.

Torê, bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku "li hember polîtîkayên Talîbanê bêdeng nemînin û ji asayîkirina têkiliyên bi vê komê re dûr biseknin. "