HBDH’ê Li Şirnexê çalakiya bi molotof pêk anî

Milîsên Ceren Guneş ên HBDH'ê ragihandin ku wan bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava li Şirnexê bi molotof çaşakiyêk li hemberî wesayiteke zirxî bombeyî kirine.

HBDH’ê Li Şirnexê çalakiya bi molotof pêk anî
8 mijdar, 2023   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN 

Milîsên Ceren Guneş ên HBDH di daxuyaniyêk nivîskî de û got: "Dewleta faşîst ji bo Şoreşa Rojavayê bifetisîne her firsendê dinirxîne û li Rojava bê navber êrîşên sûîqestê dike."

 " Milîsên Ceren Guneş a HBDH’ê li Şirnexê di êvara 1'ê Mijdarê de li dijmin da. çalakiya bi molotof û bombeyî li Şirnex/Silopiyayê li taxa Nû ya cadeya 8. de li hemberî wesayita zirxî lidar xist."

"Piştî çalakiya me, polîsan li tevahiya taxê tedbîrên awarte girtin, bi şev di nava tirsê de nobed girtin. Milîsên me bi rengekî serketî ji qadê çûn."